Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq qonaxeke nû ji bo pêşketin ber bi Mûsilê ve destpê dike

Elaa Husên li Bexdayê

Otombîlek alekê hildigre ku li ser hatiye nivîsandin "Wa Mûsil vaye em tên" di dema ku hêzên Iraqî xwe amade dikin ji bo êrîşî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li bajêr bikin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Otombîlek alekê hildigre ku li ser hatiye nivîsandin "Wa Mûsil vaye em tên" di dema ku hêzên Iraqî xwe amade dikin ji bo êrîşî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li bajêr bikin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Hêzên hevbeş qonaxeke nû di pêşketinê ber bi Mûsilê ve ji aliyê başûr ve destpê kirin, hebûna xwe li gundewarên bajêr xurttir dikin, berpirsên Iraqî gotin.

Wezîrê Berevaniyê Xalid el-Obeydî roja Şemiyê (18ê Hezîranê) destpêka "qonaxa duyem ji rizgarkirina Neynewa" ragihand, ku armanca wê kontrolkirina Qeyara ye da ku bibe xala pêşketinê ber bi Mûsilê ve, AFP ragihand.

Qeyara, ku balafirgeheke lê ye, nêzîkî 60 kîlometran li başûrê Mûsilê ye û dikeve li ser Çemê Dîcleyê ji aliyê Mexmûr ve, ku hêzên Iraqî li wê derê bicih bûne.

Hêzên ku rêya xwe ji başûr bi dirêjahiya Çemê Dîcleyê çêdikin careke din roja Şemiyê hatin bicihkirin weke amadekariyekê ji bo şerê derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), berpirsên ewlekariya Selahedînê gotin.

Di dema ku hewlên serbazî bilez çalaktir dibin de, encumena parêzgeha Neynewa ji Mewtinî re got ku wê planek daniye ji bo bicihkirina pêla sivîlên derbider ku tê texmînkirin ji encama operasyonê derkeve.

Hêzên piştgiriya serbazî bicih dibin

Fermandariya Operasyonên Hevbeş destpêka qonaxa yekem ji kampanyayê roja 24ê Adarê ragihandibû, lê piştre sekinand li benda hêzên piştgiriyê.

Hêzên piştgiriya serbazî ji bingeha el-Tacî li parêzgeha Bexdayê gihane Selahedîn, ku el-Obeydî û gelek efserên Iraqî yên bilind jî bi wan re bûn, û ber bi Mexmûrê ve hatin şandin.

Karwana yekem ji yekîneyên Firqeya Zirxkirî ya 9ê, ji Lîwaya Piyade ya 37ê, gihişte Mexmûr ji bo tevlî fermandariya operasyonên Neynewa bibe, Emîd Fîras Beşar Sebrî, berpirsê ragihandina fermandariyê got.

Ev yek wê piştgiriya operasyonên serbazî bike û hewlên rizgarkirina gundên derdora Mûsilê zêdetir bike weke amadekariyekê ji bo derbasbûna bajêr, wî ji Mewtinî re got.

"Hemû hêzên Iraqî yên ku li gundewarên Mûsilê hatine bicihkirin û wê beşdarî operasyona rizgarkirinê bibin rahênaneke serbazî li ser asteke bilind li ser destê pisporên Iraqî û yên hevpeymaniyê wergirtine," wî got.

Şerê rizgarkirina Neynewa ji yê Felûce cuda ye, Sebrî got, tekez jî kir ku hêzên Iraqî yên ku ber bi Mûsilê ve pêş dikevin ji hêzên berpirsyar ji rizgarkirina Felûce cuda ne.

Artêşa Iraqî dikare herdu şeran bi hev re û di heman demê de birêve bibe, wî got.

Planek ji sivîlên derbider re

Encumena parêzgeha Neynewa planeke tevgir daniye ji bo bicihkirina pêlên sivîlên derbider ku tê texmînkirin ji encama şerê rizgarkirina Mûsilê derkevin, endamê encumenê Dawûd Cundî ji Mewtinî re got.

Ev plana, ku bi hevkariyê ligel hikûmeta federal û hikûmeta herêma Kurdî hatiye danîn, armanca wê organîzekirina hewlên bicihkirina xelkê derbider û peydakirina xwarin û penagehan ji wan re ye, wî got.

"Nayê çaverêkirin ku hejmarên mezin ji xelkê ji bajêr birevin," wî got jî, anî ziman ku "Derbiderî wê tenê li deverên nêzîkî şer be".

Hêzên ewlekariyê wê sivîlên ku ji bajêr birevin biparêze, wî got, û wê alîkariyê di ewlekirina rêyên derketina wan de jî bike.

Şerê rizgarkirina Mûsilê dibe ku serkeftineke asan be, Dawûd got, "agahiyên îsixbaratî yên ku ji Mûsilê derdikevin nîşan didin ku DAIŞ rastî şerê navxweyî û morala nizm di nav çekdarên xwe de hatiye ji ber ku xelkê bajêr li dijî wan in".

"Şerê rizgarkirinê wê yekalîker û tund be," Şêx el-Miqdad Faris, lîderê êla el-Sebewiyîn ku li kêleka hêzên Iraqî şer dike.

Artêşa Iraqê û hêzên hevpeymaniyê rojane li DAIŞê teng dikin, wî ji Mewtinî re got.

Artêşa Iraqê û hêzên êlan nêzîkî Qeyara li başûrê rojavayê bajêr bicih bûne, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500