Nûçeyên Iraqê

Paşmahîyên DAIŞê 7 şervanên QSD li Sûrîyayê dikujin

Heft şervanên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) di êrîşekê de hatin kuştin, li bajarê Menbicê li bakurê Sûrîyayê, Encumena Serbazî ya bajêr Sêşemê (26ê Adarê) ragihand.

Menbic berê asêgeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû lê aniha encumeneke serbazî ya ser bi QSD ve, ya ku serkeftina li ser DAIŞê li molgeha wê ya dawî li rojhilatê Sûrîyayê roja Şemîyê ragihand, bajar bi rê ve dibe.

Encumenê got ku dora nîvşeva Duşemê, çekdaran gule berdan şervanên ku li rêbendekê li derbasgeha bajar nobe digirtin, û heft ji wan hatin kuştin.

DAIŞ di daxuyanîyekê de ku di kenalên xwe yên medyaya civakî de belav kiriye berpirsyarîya xwe ji êrîşê eşkere kir, AFP ragihand.

Peyvdarê encumenê, Şervan Derwîş got ku dibe ew êrîşeke bi mebesta tolhildanê be ji alîyê şanên razayî yên DAIŞê.

"Paş serkeftina li ser DAIŞê, em derbasî qonaxa şanên razayî bûn," Derwîş wiha got.

"Ev şanên razayî tên çalakkirin û êrîşan pêk tînin lê em dê operasyonên wan çepel bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500