Kargeheke bombrêkirina siwareyan bi teqemenîyan û çêkirina bombeyên bidestçêkirî li parêzgeha Selahedînê hate dîtin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqê îroj Duşemê (16ê Tîrmehê) ragihand.
Hêzên ewlekarîyê yên ser bi Fermandarîya Operasyonên Selahedînê ve gelek operasyon bo paqijkirina hejmarek ji deveran li bakurê Selahedînê ji bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pêk anîn, peyvdarê wezaretê emîd Yehya Resûl wiha ji Diyaruna re got.
Wî got ku wan kargehek bo çêkirina bombeyên bidestçêkirî û xanîyekî bombrêjkirî dîtin.
Wî got "cilên serbazî yên yeker, narincok, herwiha jenetorên kehrebê û pêdivîyên bijîşkî jî hatin dîtin."