Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî depoyên kîmawî yên DAIŞê wêran dikin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî dest danîn li ser barhilgirên nitratên amonyomê yên ku di veşartgeheke DAIŞê dîtin li Samerayê di Mijdara 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî dest danîn li ser barhilgirên nitratên amonyomê yên ku di veşartgeheke DAIŞê dîtin li Samerayê di Mijdara 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî li ser bêbandorkirina heyberên kîmawî, yên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li paş xwe hiştine li deverên rizgarkirî, dixebetin.

Berî derxistina rêxistinê, çekdarên DAIŞê heyberên kîmawî li deverine raz çêkirin, ku ew ji bo bombeyên bidestçêkirî bi kar tanîn, berpirsine hikumetê ji Diyaruna re gotin.

Hêzên Îraqî ji wê çaxê ve gelek heyberên kîmawî yên tirsnak wêran kirin û her wiha desteser kirin, di nav de nitratên amonyomê.

Hêzên Îraqî pênc barhilgir dîtin ku 20 litre nitratên amonyomê tê de ne li parêzgeha Enbarê di 26ê Cotmehê de.

Du pisporên Îraqî ji beşê endezyarîya serbazî teqemenîyên DAIŞê ji hev xistin ku heyberên kîmawî dihindirandin li bajarê Bacîyê li parêzgeha Selahedînê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Du pisporên Îraqî ji beşê endezyarîya serbazî teqemenîyên DAIŞê ji hev xistin ku heyberên kîmawî dihindirandin li bajarê Bacîyê li parêzgeha Selahedînê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Di 5ê Mijdarê de, wan 25 sefîhe dîtin ku bi 25 litrên din ên amonyomê tijî ne li Samerayê, ku ew û kebrîta xwedî bandora xurt û li nav hev xistine.

Ev depoyê ku DAIŞê li paş xwe hiştibû, ji nîvê Nîsanê de heta niha ew dîtina herî mezin e, gava polîs 150 kîlo gramên nitratên amonyomê û nîv ton tiraşên elemînyom desteser kirin di hindirê kargehekê de li rojavayê Mûsilê.

Mîrateke tirsnak

DAIŞ hejmarek mezin a teqemenî û çekan li paş xwe hişt, Şelal Nacî endamê komîteya encumena parêzgeha Enbarê wiha ji Diyaruna re got.

"Lê belê ev heyberên kîmawî yên herî tirsnak in, ku bo teqmenîyên kujer hatibûn çêkirin," Nacî got. "Rêxistinê takekesên şareza tecnîd kirin ku ji heyberên jehrîn û çêkirina bombeyên bidestçêkirî fêm dikin her wiha otombêlên bombebarkirî û kemberên teqîner."

Nacî got ku DAIŞ şîyana xwe av dike daku "êrîşên herî tund pêk bîne, heta ku ev yek bikaranîna heyberên qedexekirî jî bixwaze."

Nacî anî ziman ku ji çaxa derxistina DAIŞê ji bajaran, "hêzên Îraqî bê hedan bo têkbirina şîyanên rêxistinê dixebitîn û her wiha daku endamên wê negihêjin van heyberên kîmawî."

Wî got "ev xebat xwedî encamine erênî bûn, ku piranîya van depo û teqemenîyan aniha di destên hêzên me de ne," û da zanîn jî ku hema ev heyber tîn dîtin ew yekser tên wêrankirin.

Nacî ragihand ku ev dever bi saya niştecihên xwecihî tên dîtin, ên bo pêşkêşkirina çi agahîyê amade ne ku belkî me ber bi veşartgeh û paşmahîyên DAIŞê ve bibe.

Lêgerîna li deverên veşartî

Hêzên ewlekarîyê "xebatine hevbeş bo li hember bandora van heyberên kîmawî a li niştecihan dibe bisekinin," endamê encumena parêzgeha Nînewayê Xanim Hamid ji Diyaruna re got.

"Tiştine nû li vê deverê çêbûn ku di encamê de sazî û kargehên kevin hatin dîtin ku teqemenîyên herî xurt lê çêbûne," Hamid anî ziman. "Belkî hîn hinek ji wan hebin, lê hêzên me dê wan bibînin û wêran bikin."

"Depoyê rêxistinê yên heyberên jehrîn xelas dibe, û tu şîyanên wê yên teknîkî ku van heyberan veguherîne bombene bibandor, nemane," endamê encumena parêzgeha Selahedînê Ebid Sultan Cibûrî wiha ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku paşmahîyên DAIŞê yên ji veşartgehên biyabanê revîyane, aramckirî ne, "û herwekî çek û pêdivîyên wan jî nemane."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500