Nûçeyên Iraqê

Tirkîya mêvandarîya lûtkeya Sûrîyayê bi Rûsya û Îranê re di Nîsanê de dike

Wezîrê Derve yê Tirkî îro Pêncşemê (15ê Adarê) got ku serokê Tirkîya, Rûsya û Îranê dê di lûtkeyeke sêalî de derbarê Sûrîyayê li Stenbolê di 4ê Nîsanê de li hev bicivin, AFP ragihand.

Serok Recep Tayyip Erdogan dê mêvandarîya civînê bike û ev dê lûtkeya duwem be ji vê cûreyê sêalî piştî lûtkeya Mijdarê li havîngeha Rûsî Sûtçî ya li ser Deryaya Reş.

Serokê Rûsî Vladimir Putin û Serokê Îranî Hesen Rûhanî dê di lûtkeyê de hazir bin ji ber her sê serkirde hewl didin ku hewldanên xwe bparêzin da ku şer bi dwî bikin.

Weke beşekî ji giftûgoyên aştîyê li paytexta Kazexistanê Astanayê, yên bi sponserîya Enqera, Mosko û Tehranê wezîrên derve ên her sê welatan dê roja Înê bicivin da ku hazirîyên lûtkeya meha tê nîqaş bikin, wezareta derve di daxuyanîyekê de got.

Weke beşekî ji proseya Astanayê, Tikîya. Îran û Rûsya çar zonên kêm şer li Idlib, devera Şamê ya mezintir, devara başûrî ji Deraayê û bajarê Husê çêkirin.

Bombebarankirina tund li Xûtaya Rojhilatî berdewam kir, ya ku ji Gulana 2017an de weke "zona kêm şer" hat destnîşankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500