Nûçeyên Iraqê

Turkûya 27 Cotmehê mêvandarîya lûtkeyeke 4-alî derbarê Sûrîyayê de li Stanbûlê dike

Serokê Turk Recep Tayip Erdogan dê mêvandarîya lûtkeyekê bike têkildarî tenigijîya Sûrîyayê bi serokên Rûsya, Elmanya û Fransayê re roja 27ê Cotmehê li Stanbûlê, AFP Înê (19ê Cotmehê) ragihand, ev yek jî yekemîn civîn e bi amadebûna serokê Yekîtîya Ewropayê yên girîng.

Dê lûtkeya bi hazirîya serokê Rûsî Vladimir Putin û herwiha serokê Fransayê Emanuel Makron û Şêwirmenda Fransî Angela Merkel be, peyvdarê serokatîya Turkîyayê Brahîm Kalin ji Ajansa Nûçeya a Anadol re ragihand.

Erdogan sê lûtkeyên sêalî yên derbarê Sûrîyayê de amade bûye bi hebûna Putin û serokê Îranê Hesen Rûhanî. Lê belê ev cara pêşîn e ku dê serokên bihêz yên Turk û Rûs tev serokên herdu welatên herî girîng di Yekîtîya Ewropayî de bicivin.

Kalin daxuyand ku armanca civînê peydakirina "çareserîyeke dem-dirêj e" bo milmlanîya li Sûrîyayê û çareserîyekê li dawîn asêgeha li jêr kontrola opozîsyona Sûrî li Idlibê.

Erdogan plan kiribû ku mêvandarîya lûtkeya navdewletî di Îlonê de bike, lê ev yek neçû serî. Kremlin, Elysê û ofîsa Mrekel jî dîroka civîna 27ê Cotmehê piştrast kirin.

Kremlin got ku lûtkeya Stanbûlê dê "alûgorkirina boçûnên li ser rewşa Sûrîyayê, di nav de pirsa pêşketina prosesa peydakirina seqamgîrîyeke siyasî û herwiha gavên pêwîst bo bihêzkirina ewlehî û hêminîyê, bihundirîne".

Fransa bi awayekî serekî daxwaz dike ku agirbesta li Idlibê bê parastin bo rêgirtin li ber "felaketeke mirovî û pêleke nû ya berfieh a penaberan", Elysê di daxuyanîyekê de dîyar kir.

Çavkanîyekê ji Elysê haydarî da ku dê Makron plana xwe ya amadebûnê biguhere eger rejîm êrîşî Idlibê bike.

Peyvdara Merkelê Martîna Fietz got ku Berlin dixwaze ku kar bo proseyeke aramî û seqamgîrîyê li Sûrîyayê bike.

"Em pêşbînî dikin ku em karin proseyeke bo ber bi rewşeke seqamgîr li Sûrîyayê ava bikin, û em baş dizanin ku ev prose dê gelek tevlîhev be û dê bi salan dirêj bike."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500