Nûçeyên Iraqê

Alîkarîya bo Xûtayê ji ber zexta êrîşa rêjîma Sûrî tê gîrokirin

Ajansên alîkarîyê kerwaneke ji dabînên tendirustî û xwarina jîyandar bo Xûtaya Rojhilatî gîro kirin îro Pêncşemê (8ê Adarê) ji ber rêjîma Sûrî êrîşeke esmanî û bejahî ya tund girte ser devera li jêr kontrola opozîsyonê, AFP ragihand.

Bi dehan xelk, di nav wan de gelek zarok, bi dirêjahiya şevê ji ber kêşeyên henaseyê û berjengên ku bijîşkan digot diyar dikin ku ew rastî êrîşên Klorê hatine hatin dermankirin.

Êrîşên asmanî yên nû li ser bajarokê Zemalkayê herî kêm heft sivîl tê de hatin kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, bi vê awayî hejmara tam ya mirîyan di êrîşê de gihiştiye bêtir ji 900 kesan.

Mebest ji kemyonên alîkarîyê ew bû ku hewarçûnê ji sivîlên ku derdê şer kişandine bînin û yên ku li jêr dorpêçkirina hikûmetê ya ku ev pênc sal in dirêj dike dijîn û aniha ew rastî êrîşa tund ya bi piştgirîya Rûsyayê tên.

Şer bû sedema hêrseke navdewletî, hêrsa ku giha lûtkeyê li Encumena Ewlekarîyê ya NY, wan daxwaz kir ku yekser agirbestek çêbibe, alîkarîyê bidin wan û xelkê derxin.

Lê ji ber bombebarankirin berdewam bû, kerwaneke hevbeş ku di navbera NY, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor û Heyva Sor ya Erebî ya Sûrî de hatibû plankirin îro Pêncşemê nikarîbû derbasî deverê bibe.

"Kerwana îro hat gîrokirin, ji ber rewş li ser erdê xirabtir dibe, ev yek jî derfetê nade ku operasyon di rewşên mîna vê de cîbicî bikin," berdevka ICRC, Incî Sidqî, got.

Ev cara duyem e vê hefteyê ku operasyonên alîkarêyê ji ber pêşketinên serbazî tên rawestandin, û belavkirinên xwarinê ji ber bombebarankirinê roja Duşemê hatin qutkirin.

Di yek ji saziyên bijîşkî li bajarok, herî kêm bijîşkan 29 nexweş derman kirin, nexweşên ku nîşanên ew rastî kilorê hatine li ser wan hebûn, li gorî Komeleya Bijîşkî ya Sûrî ya Amerîkî (SAMS), ya ku piştevanîya nexweşxaneya li Xûtaya Rojhilatî dike.

Rêxistinê got ku qurbanî tûşî tengenefesî, xîzxîza sîngê, sorbûna çavan û hemû nîşanên rûbirûbûyîna êrîşeke jehrîn bûbûn.

Hêzên rêjîmê gelek caran hatine gunehbarkirin ku wan kilor li Xûtaya Rojhilatî bi kar anîye di van hefteyên dawî de, tiştê ku hikûmet û Rûsya bi tundî red dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500