Nûçeyên Iraqê

Frensa kargehên têkilîya wan bi çekên kîmawî li Sûrîyayê heye ciza dike

Frensa roja Sêşemê (23ê Kanûna Duyem) 25 kes û kargehên têkilîya wan bi programê çekên kîmawî li Sûrîyayê heye ciza dike, AFP ragihand.

Lîsteya di rojnameya fermî ya hikûmetê de hat weşandin nav û edresên bazirgan û kargehên ku piranîya wan li Bêrût, Şam û Parîsê ne d, herwiha aborîvanê Çînî li navendê hinardeyê ya Guangdong.

Takekesên din, ên ku dê pereyên wan werin tecmîdkirin, ew Sûrî , Libnanî yan Kenedî bûn, li gel kampanîyên ku derbarê alavên elektronî, karê maedenî, lojistî yan parkirina gemîyan kar dikin.

Ev gav hat dema ku dîplomatên ji 29 welatan li Parîsê li hev civian da ku gelek ciza û sûcdarkirina tawanbar li dijî wan kesên ku êrîşên kîmawî li Sûrîyayê kirin bisepînin.

"Frensa biryar daye ew kesên ku berpirsyar in derbarê van tawanên şer ên tirsnak ciza bike," Wezîrê Derve Jean-Yves Le Driyan got.

Kampanîyên armanckirî Katrangî bo Bazirganîya alavên Elektronî, Nktronîcs û ABC ji bo barkirina Gemîyan li Bêrûtê, lê yeke din bi Sîstema Girûpa Alavên Elektronî li Şamê tê binavkirin di nav xwe de dihewîne.

Wezareta derve ya Firensayê got ku ew beşek bû ji du "torên dabînkirnê ji Navenda Lêkolîn û Vekolînan ya Sûrî re", navenda ku ew weke "ezmûngeha sereke ku berpirsyar e derbarê programên kîmawî" ji rêjîma Sûrî re tê wesifkirin.

Di nav her sê kampanîyê firensî de yên hatin armanckirin kampanîya Smart Pegasus hebû, ya ku edresa wê li Parîsê ye û di sala 2014an de weke kampanîyeke hinarde û hawirdinê hat qeydkirin ya ku bi kel û pelên nedestnîşankirî bazirganîyê dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500