Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke asmanî veşargeheke DAIŞê li Wadî Horanê dike armanc

Êrîşeke asmanî li ser çepereke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana Enbarê îro Pêncşemê (30ê Mijdarê) 27 tundrû kuştin, fermandarekî serbazî yê Iraqî yê bilind got.

Hêza asmanî ya Iraqî çepereke DAIŞê li Wadî Horanê li biyabana Enbarê kir armanc, Mehmûd Felahî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ew duyemîn êrîşa asmanî bû li ser çeperên DAIŞê li deverê di 24 demjimêran de, û da zanîn ku 27 çekdarên rêxistinê di operasyonê de hatin kuştin.

"Çendîn navgîn, tankerên neftê, avêjereke rokêtan a gerok û komgeheke çekan jî hatin wêrankirin di êrîşa asmanî de," wî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500