Nûçeyên Iraqê

Penageheke DAIŞ li Rewayê di êrîşeke asmanî de hat wêrankirin

Çepereke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku weke penagehekê û veşartgeheke çekan dihat bikaranîn derengiya Pêncşemê (19ê Cotmehê) di êrîşeke asmanî de li rojavayê Enbarê hat wêrankirin, fermandarîya Cezîrê û Badiyê got.

"Balefirên hevpeymanîya navdewletî çepereke DAIŞ ku ew weke penageh û veşartgeheke çekan bikar tanî kir armanc, 13 terorîst hatin kuştin û 1,000 kîlogram ji çekan, teqemenîyan û rokêtan hatin wêrankirin," fermandar, lîwa Qasim Mihemedî, got.

Êrîşa asmanî rê li pêşîya hêzên Iraqî xweş dike daku bi pêş ve biçin û bajarok rizgar bikin, wî ji Diyaruna re got.

Di heman demê de, balefirên Iraqî belavokên selametiyê avêtin bo welatîyên li Rewayê daku ew dûrî çeperên DAIŞ bikevin û di malên xwe de bimînin û li dûrî pencereyan bin.

Belavokan ji welatîyan dixwest ku "li êzgeha radiyoyê ya serbazî ya ji welatîyan re nizirkirî ye guhdarî bikin, ya ku artêşê ava kir daku bi awayekî berdewam şîretan derbarê pêşketinan pêşkêşî wan bikin", Mihemedî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500