Nûçeyên Iraqê

Sivîlên pêşîn vedigerin Reqayê piştî rakirina mayînan

Bi sedan kesên sivîl vegeriyan parêzgeha Reqayê ya Sûriyê ya bombekarankirî, ya ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) gotin ku pêla vegerê ya pêşîn bû ji çaxa ku ew ji teqemenîyên ku tundrewan li şûn xwe hiştine paqij kirin, AFP roja Duşemê (6ê Mijdarê) ragihand.

Reqa di 20ê Cotmehê de ji destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) derket piştî şerê bi QSD re yê ku bi mehan dirêj kir.

Bi deh hezaran xelk ji bajar reviyan di dema êrîşê de, êrîşa Reqa kire bajarokê reşeyek ji avahîyên hilweşîyayî.

QSD roja Duşemê di daxuyanîyekê de li ser Înternetê got ku bi sedan malbat vegeriyane navçeya Mişlibê li rojhilatê Reqayê.

"QSD sivîl agedar kirin ku ew dikarin vegerin malên xwe piştî tîmên rakirina mayînan paqijkirina tevahiya taxê ji teqemenîyên ku awayekî ket û ber DAIŞ li malên sivîlan li şûn xwe hiştibûn qedand," navenda çapemenîya QSD parve kir.

Wê got ku ew dever ya yekem bû ku niştecî vegeriyane wê ji çaxê "rizgarkirina bajar ji DAIŞ".

Piştî vegerandina Reqayê, QSD bajar dorpêç kir daku rê bide operasyonên rakirina mayînan li taxên ku rastî bombebarakirinê hatin.

Gelek caran niştecî li xalên pêşkinînê kom dibûn, li bendî destûrê bûn daku derbasî bajar bibin û bibînin eger malên wan hîn hene.

Hin sivîlên ku bi dizî derbasî bajar bûn bi cebirxameyên neteqiyayî hatin kuştin.

Rakirina mayînan û operesyonên nûavakirina Reqayê ji alîyê Encumena Sivîl ya Reqayê tên hevahngîkirin, encumena ku desteyeke hikûmî ya xwecihî ya demkî ji alîyê QSD ve hatiye destnîşankirin lê ew li derveyî bajar e.

"Erê niştecîyên Mişlibê vegeriyan malên xwe -- lê hemû bajar hîn ji mayînan nehatiye paqijkirin," endamê encumena bilind Omer Alûsî got.

Cîgirê serokê komîteya nûavakirinê ya encumenê, Nezmî Mihemed, got ku desteyê 10 beldozer şandine Reqayê daku alîkarîyê di rakirina molozan de û vekirina rêyên xirabe li Mişlibê bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500