Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî ber bi Mizgefta Nûrî ve pêşve diçin

Aniha hêzên Iraqê kêmî 200 mitran dûrî Mizgeft Nûrî ne, cihê ku rêveberê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî berî sê salan "xîlafeta" xwe lê ragihandibû, Fermandariya Operasyonên Iraqî yên Hevbeş roja Çarşemê (21ê Hezîranê) got.

"Hêzên Iraqî êrîşî Ras Ceda û Bab Hedîdê kirin piştî wan cihên xwe li Şîfa û Wehdayê qayim kirin," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Şer niha li sikak û kolanên teng diqewime, lê hêzên me bi awayekî pir baş şer dikin dema ku terorîstên DAIŞê bi awayekî mezin paşve diçin," wî anî ziman.

"Hêzên me niha kêmî 200 mitran dûrî mizgefta 'xîlafetê' ne û em bi hêvî ne ku em wê bi minareya Hedbayê re rizgar bikin, di nav çend saetan de piştî ku me astegî rakirin, di nav wan de nîşangir û bombeyên bidestçêkirî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500