Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq sînor asê dike daku DAIŞ bi dizî derbas nebe

Xalid Ta´î

Zabitên Pasvanîya Sînor a Îraqî sûrihekî kelemdar ê nû seh dikin, sûrihê ku di navbera sînorê Îraqî û Sûrî de. [Wêne ji Pasvanîya Sînor a Îraqî hatiye wergirtin]

Zabitên Pasvanîya Sînor a Îraqî sûrihekî kelemdar ê nû seh dikin, sûrihê ku di navbera sînorê Îraqî û Sûrî de. [Wêne ji Pasvanîya Sînor a Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî kar dikirin da ku sînorê bi Sûrîyayê re asê bikin û hewldanên endamên "Dewleta Îslamî" ku bi dizî derbas bibin têk bibin di rêya avakirina berbestên fîzîkî û danîna teknolîjîya asêkirinê.

Sînor bi navendên pasvanîyê hatiye kerestekirin hewiha ew bi kamereyên germî û alavên sehkirina ji dûr ve hatiye kerestekirin daku çi tevgera li devrê hebe kifş bikin.

Di nîvê meha Nîsanê de, artîşa Îraqî û Pasvanîya Sînor kolana xendeke 100 kîlometer li dirêjahîya sînor temam kir, bi vê yekê wan bajarên parêzgeha Enbarê Rewa û Qaim ji alîyê Sûrî veqetand.

Xendek bi ferehbûna şeş mitran û kûrbûna sê mitran e û axa ku jê derxistin bi kar anîn daku girekî axî ava bikin ji bo asêkirina sînor qayim bikin.

Karmendê Pasvanîya Sînor ê Îraqî çavdêrîyê li bajarê Qaimê yê parêzgeha Enbarê dike, nêzîkî sînorê bi Sûrîyayê re. [Wêne ji Pasvanîya Sînor a Îraqî hatiye wergirtin]

Karmendê Pasvanîya Sînor ê Îraqî çavdêrîyê li bajarê Qaimê yê parêzgeha Enbarê dike, nêzîkî sînorê bi Sûrîyayê re. [Wêne ji Pasvanîya Sînor a Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Pasvanîya Sînor di dawîya meha Hezîranê de dest bi projeyeke din da ku tedbîrên parastina sînor temam bikin, tedbîrên ku avakirina sûrîhekî kelemdar di nav xwe de dihewînekerestekirî bi birc û alavên çavdêrîyê û pagerên guhêzbar.

Tedbirên asêkirinê

Tedbîrên asêkirinê çalak bûn nehiştin ku endamên DAIŞê bi dizî di sînor re derbas bibin, şaredarê Rewayê Husên Elî Eqîdî ji Diyaruna re got.

"Hêzên ewlekarîyê, di nav wan de Fermandarîya Operasyonên Cezîrayê, artêş û Pasvanîya Sînor, ew devera snorî bi Sûrîyayê re bi awayekî qayim kontrol dikin," wî got.

Tedbîrên pratîk ji "kolana xendekekê, avakirina girekî axî û danîna sûrîhekî kelemdar û veguhertina wan bo asêkirineke zîrek di rêya bikaranîna kamera, alavên çavdêrîyê û kifşkirina ji dûr ve", wî got

Van tedbîran "ewlekarîya sînor qayim kir û operasyonên derbasbûna bi dizî ji alîyê terorîstan ve ji erda Sûrî heta rêjeya 80% kêm kir," Eqîdî got.

Hêz bi berferehî li gelek navendên sînorî hatibûn belevkirin, wî got û çavdêrî 24 saetan li deverên sereke hebû.

"Berê sînorên me bi awayekî berfereh vekirîbûn û aniha ew girtî ne," wî not kir.

Wî da zanîn ku hewldanên derbasbûna bi dizî ên neberdewam bi awayekî lezgîn hatin têk birin, bi wan kesên ku hewl didin ku bi awayekî neqanûnî derbasî Îraqê bibin, ew kesên ji alîyê êrîşên asmanî ve tên armanckirin dema ku ew hîn li biyabanê ne.

"Êrîşên asmanî yên hêzên Îarqî û hevpeymanîya navdewletîvê dawîyê êrîşên ku DAIŞê lawaz dikin pêk tînin ,ew kesên ku bi dizî derbas dibin ên têkilarî rêxistinê li biyabana rojavayê Enbarê armanc dikin," Eqîdî got.

Wî got ku êrîşên hevpeymanîyê li bakurê Rewayê di 7ê Tebaxê de "hejmareke terorîstên ku xwe di şkeftekê de veşartibûn" kuştin, wî anî ziman ku di pişt re hat naskirin ku ew serkirdeyên DAIŞê yên berz û kesên ku bi dizî derbas bûbûn.

Kêmbûyîna gefa sînor

"Hewldanên DAIŞê bo ku bi dizî sînor derbas bike nema bi ser dikevin," peyvdarê encumena parêzgeha Enbarê Ayid Emaş ji Diyaruna re got.

"Gefa ji alîyê sînorê Sûrî ve hinekî kêm bûye bi saya gelek faktoran bi taybet asêkirina ewlekarî ya qayim û çalakîya serbazî ta asê daku şerîta sînorî û biyaban nêzîk misoger bikin," wî got.

Emaş got ku binpêkirinên ku çêdibin û yekser têne têkbirin, hemû ji devera Sûrîyayê Hajinê û ji gundên Sosa û Baxuzê tên, gundên nêzîkî biyabana Ferata Jorîn li bakurê bajarên Rewa û Qaimê.

"Gelekî pêwîst e ku em valahîyê nehêlin ku dijmin bi kar bîne û bi dizî derbasî erdê me bibe," wî got.

"Bêguman xendek û asêkirinên din dê nehêlin ku operasyonên derbasbûna bi dizî ji alîyê terorîstan ve çêbibin û astengîyan ji derbasbûna navgîn û siwareyên bombekirî re çêdikin," serokê partîya Ehrar el-Ferat Şêx Ebdula Cuxêfî, fermandarê berê yê hêzên heşda êlî li Enbarê, got.

"Lêbelê, ev tedbîr tenê têrê nakin da ku xeterîya wan dûr bixe eger ew ne hevrê be bi alîkarîya êrîşên asmanî," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku pêwîst e çalakî li ser erdê jî zêde bibe, di nav de çavdêrî û şopandina bîst ûçar saetan jî pêwîst , wî not kir ku ev hemû tedbîr hene.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500