Devera ku li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) e li Mûsilê di van herdu rojên dawî de kêm bûye, tenê 10% ji tevahiya bajar li jêr kontrloa wê ye, Serokê Polîsê Fedral ferîq Raid Şakir Cewdet îro Duşemê (8ê Gulanê) got.
"Ji danê nîvro roja Duşemê , devera li jêr kontrola DAIŞ kêm bûye heta gihaye 10%, ew jî piştî rizgarkirina taxên Mişêrfa 1,2 û 3, Şikak el-Hermat, beşin ji Kanisa u nêzîkî nîvê Wadî Ekab," Cewdet ji Diyaruna re got..
"Tenê 7 tax mane ku em rizgarkirina Mûsilê ya bitemamî rabigihînin," wî got, anî ser ziman ku wî pêşbînî kir "berî dawîya vê mehê" şer dê bidawî bibin.