Çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) cilên hêzên ewlekariyê yên rizgarker li xwe kiribûn û herî kêm 15 sivîlên ku li nava Mûsilê pêşwaziya wan kirin kuştin, AFP roja Sêşemê (25ê Adarê) ragihand.
Bi lixwekirina cilên polîs, ew roja Duşemê derbasî beşên Bajarê Kevnar bûn û xwe weke hêzên federal derxistibûn, weke rêyekê bo zanîna bersiva niştecihan û çandina tirsê di dilê wan de, Fermandariya Operasyonên hevbeş û berpirsekî xwecihî gotin.
Medyaya Şer ya Wezareta Berevaniya Iraqî got ku çekdarên DAIŞ cilên weke karmendên polîsê federal li xwe kiribûn û roja Duşemê li Bajarê Kevnar agir berdan sivîlên ku bixêrhatina wan kirin, malpera Nûçeyên Iraqî ragihand.
Malperê got ku zarok û jin jî di kuştinên ku li deverên li jêr kontrola DAIŞ de pêk hatin hebûn.