Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî li Mûsilê 6 fermandarên DAIŞ dikujin

Êrîşeke hevpeymaniya navdewletî li rojavayê Mûsilê roja Pêncşemê (6ê Nîsanê) şeş serkêşên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) Kuştin, Wezareta Berevaniyê ys Iraqî îroj Înê got.

Êrîşa asmanî "çeperek kire armanc ku serkêşên DAIŞ li Hawî el-Kenîsa li rojavayê Mûsilê kom bûbûn", wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Ji wan sekêşên DAIŞ welatiyekî Sûrî ku fermandarê serbazî yê "Cund el-Xilafa" (Leşkerên Xilafetê) bû; welatiyekî Pakistanî ku li Cund el-Xilafa berpirsê xwekujan bû; û welatiyekî Sûrî ku berpirsê malên bêhvedanê bû.

Welatiyekî Turk ku berpirsê ewlekariyê bû, welatiyekî Mexribî ku berpirsê veguhestina muhacirîna bû; û Iraqiyekî ku li Mûsilê berpirsê bomberêjkirinê bû jî bi wan re bûn, daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500