Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke hevpeymaniyê çekên ku DAIŞ li nêzî Tedmurê bi dest xistibû wêran kirin

Hêzên asmanî yên hevpeymaniyê çekên giran ên ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bi dest xistibû dema ku girûpê bajarê Tedmura Sûrî ji hêzên rejîmê di dawiya hefteyê de vegerandin, wêran kirin, li gorî raporteke AFP roja înê (16ê Kanûna Yekem).

Êrîşên Pêncşemê sîstemeke topxaneyên berevaniya asmanî, 14 debabe, sê sîstemên moşekan, du avahiyên di destê DAIŞ de û du wesayitên tektîkî wêran kirin, hevpeymaniyê di daxuyaniyekê de got.

Ferîq Stephen Townsend, fermanderê hevpeymaniya dijî-DAIŞ li Iraq û Sûriyê, roja Çarşemê got ku "dibe ku" saziyên berevaniya-asmanî li ba girûpê hebe, û dibe ku yek metrisiyê li ser balafirên hevpeymaniyê çêbike.

"Bi binyatî, her tiştê ew bigrin metirsiyê li ser hevpeymaniyê çêdike, lê belê em dikarin meameleya van metirsiyan bikin û em dê bikin," Townsend got.

Êrîşa roja Pêncşemê li nêzî erda balafira serbazî ya dikeve bakurê rojhilatê Tedmur pêk hat.

DAIŞ roja Yekşemê Tedmur kontrol kir, piştî neh mehan ji desrxistina wê ji bajarê kevnar.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500