Nûçeyên Iraqê

Hevpeymaniya navdewletî baregehên DAIŞ li başûrê Mûsilê dikin armanc

Balafirên hevpeymaniyê sê cihên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li el-Şûra, li başûrê Mûsilê, roja Pêncşemê (15ê Îlonê) wêran kirin, di encamê de bi dehan çekdarên komê hatin kuştin, Wezareta Berevaniya Iraqî got.

"Balafrên Hevpeymaniya Navdewletî cihên DAIŞ, di nav de avêjereke moşekên lokal, tunelek û cihekî kombûna girûpê li el-Şura kirin armanc," berdevkê wezaretê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Herî kêm 25 terorîst, di nav wan de çekdarên bîyanî jî hebûn, di êrîşên asmanî de hatin kuştin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500