Welatên ku piştgiriya opozisyona miyanrew a Sûriyê dikin dê li Parîsê di 10ê Kanûnê de lihev bicivin, wezîrê derve yê Fransayê roja Çarşemê (30ê Mijdarê) got.
Jean-Marc Ayrault got ku wî dixwest ew welat lihev bicivin "ku piştgiriya çareseriyeke siyasî li Sûriyê dikin û vê mentiqê şerê giştî red dikin", AFP ragihand.
"Dem hatiye ku civaka navdewletî hişyar bibe ji ber trajediya ku ber çavên me diqewime," wî got, piştî civîneke kabîneya hikûmetê.
Biryar e ku Amerîka, Firansa, Almanya, Îtalya, Brîtanya û Tirkiye di hevdîtinên li Parîsê de beşdar bin, ligel Erebistana Siûdî, Qeter, Îmarat û Urdunê.