Nûçeyên Iraqê

Embarên vala ne û alîkariyên xwarinê li Helebê namînin

Li du taxên li beşê rojhilatê ji Helebê yê dorpêçkirî ku şer di nav de lidar e, xwebexşan canteyên gelek biçûk ku beşên dawî yên alîkariyên xwarinê ji embarên wan tê de bûn li ser xelkê belav dikirin, AFP roja Çarşemê (16 Mijdarê) ragihand.

"Embarên me vala ne, tu tiştên din nema ku em belav bikin," Emar Qedah got, serokê Saziya Şamê ya Mirovî, ku komeleke xêrxwazî ya Sûrî ye li beşê di bin kontorla opozisyonê de dixebite.

Ji nîvê Tîrmehê ve tu alîkarî derbasî rojhilatê Helebê nebûye, piştî ku hêzên rejîmê devera di bin kontrola opozisyonê de dorpêç kirin û zêdetirî 250,000 kes asê man.

"Îroj me belavkirina alîkariyan li ser dora 2,000 malbatan ku em piştgiriya wan dikin temam kir, roja Sêşemê ji embarek li taxa Maedî diaxivî.

"Ji sedema kêmbûna dijwar a alîkariyan, vê mehê me tenê karî em çarîkekê ji beşên asayî belav bikin," wî anî ziman.

Hefteya borî, NY got ku dawîn alîkariyên xwarinê ku wê beriya dorpêçê şandibû rojhilatê Helebê dihat belavkirin .

Berdevkê Programa Xwarinê ya Cîhanî, Bettina Luescher, got ku hevkarên ajansa NY dawîn alîkariyên xwarinê di dawiya hefteyê de belav kirin.

Hevdem, rejîm û balafirên şer ên alîgir roja Çarşemê êrîşê beşên di bin destê opozisyonê de li başûrê Sûriyê kirin û herî kêm 35 kes li bajarê Helebê di 24 saetan de hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500