Nûçeyên Iraqê

Alîkariyên NY yên bo Helebê hîna li ser sînor asê mane

Barhilgirên alîkariyên NY ku xwarinê ji bo sivîlên dorpêçkirî li Helebê bar dikin hîna li sînorê Sûriyê heta roja Înê (16ê Îlonê) asê mane, AFP ragihand.

Li ser bingeha rêkeftina agirbesta ku ji aliyê Emerîka û Rûsya hate danûstandin, ku roja Duşemê kete warê bicihanînê de, şer li seraserê welat disekine, ji bilî deverên ku hebûna girûpên tundrew li wan heye.

NY agirbest bi "pencereyeke girîng ji bo firsetên" gihandina alîkariyan ji bo navçeyên bajarê Helebê yên di dest opozisyonê de ne wesif kir, ku dora 250,000 sivîl li jêr dorpêça rejîmê jiyan dikin.

NY hêvî dike ku 40 barhilgirên xwarinê -- ku ji bo heyama mehekê têra xwarindana 80,000 kesan dike -- bi zûtirîn dem bo rojhilatê Helebê bên gehandin .

Lê sibeha roja Înê, barhilgirên li sînorê ligel Tirkiye hîna çaverê dikirin, Deyvid Swanson, berdevkê Ofîsa NY ji bo korînasyonkirina Karên Mirovî got.

Tiştê zehmet ku em hîna rastî tên -- û ev yek rastiyeke gelek xemgîn e -- bêbendiya hemu aliyên krîzê, û yên ku bandorê li ser dikin, bi rêkeftinê ye," wî got.

Li ser bingeha rêkeftina agirbestê, dê rêya sereke ji bo alîkariya mirovî bo Heleba dabeşkirî, Rêya Castello, bê serbaz bibe û dê karwanên alîkairyê ji Tirkiyê derbas bibin.

Dema ku alîkarî bên gihandin û agirbest raweste, dê Emerîka û Rûsya dest bi hevahengiyê bikin û dê bi awayekî hevbeş girûpên tundrew yên ku li Sûriyê şer dikin hedef bigrin.

Jêderekî serbazî roja Înê ji AFP re got ku arêşa Sûriyê "soza xwe bicih anî û çend xal radestî tîmên çavdêriyê yên Rûsî kirin" lê girûpên opozisyonê ji cihên xwe nevekişîne.

Hevdem, Encumena Ewlekariya NY dê civîneke bilez pêk bîne daku guhdariyê li dîtêlên lihevkirina Emerîkî-Rûsî li Sûriyê bike.

Endamên encumenê dê saet 5:30ê êvarê ji bo ji bo şêwirên di odên girtî de li hev bicivin .

Wezîrê Derve yê Amerîka Con Kêrî û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergî Lavrov dê li niqaşên encumenê, yên ku di perawêza civîna Komela Giştî ya NY pêk bê, amade bin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500