Nûçeyên Iraqê

NY karwanên alîkariya mirovî bo Sûriyê dubare didomine

Karwanên alîkariyên NY disan li Sûriyê roja Pêncşemê (22ê Îlonê) destpê kirin, piştî ku êrîşeke kujêner li ser kemyonên alîkariyan û komgeheke mezin alîkarî rawestandin, AFP ragihand.

"Îroj em karwaneke hevbeş ji aliyên saziyên cuda ve dişînin ku ew alîkariyên gelekî pêwist ji xelkê re hildigre û di rê de ne bigihin herêmeke dorpêçkirî li gundwarên şamê," berdevkê ajansa karûbarên mirovî ya NY di daxuyaniyekê de got.

"Me radestkirina alîkariyên dîsan li ser bingeha pêwistiya mirovî despê kir," wî got.

Laerke got ev karwana yekem bû ber bi herêma dorpêçkirî ve hate şandin ji dema êrîşa Duşemê ya li ser karwaneke alîkariyan ku dora 20 kesan, di nav de xebatkarekî Xaça Sor, hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500