Nûçeyên Iraqê

NY: Rewşa gihandina alîkariyê li Sûriyê nayê qebûlkirin

Rewşa gihandina alîkariyên mirovî bo deverên dorpêçkirî li Sûriye "bi yekcarî nayê qebûlkirin", NY roja Înê (26'ê Tebaxê) got û ragihand ku vê mehê bi tenê karwaneke alîkariyê bi temamî hat gihandin, AFP ragihand.

Ofîsa NY ya Hevahengiya Karûbarên Mirovî got ku karwaneke tiştên parastina jiyanê roja Pêncşemê gihiştiye Wair, ku devereke dorpêçkirî ye li Humsê dikeve.

"Dema ku em bixêrhatina karwana duh dikin, asta gehiştina bi deverên dorpêçkirî di vê mehê de bi yekcarî nayê qebpûlkirin," Hevahengiya Karûbarên Mirovî di daxuyaniyekê de got.

Gihandina du-beşan ji Wair re, ku roja Sêşemê destpê kir û ji xwarin û tiştên pijîşkî pêk dihat, karwana "yekem bû ku bi temamî gihiştiye" devereke dorpêçkirî di Tebaxê de, Hevahengiya Karûbarên Mirovî got.

Berpirsên fermî yên NY, di nav de Staffan de Mistura, aliyên şerê Sûrî di hefteyên dawî de ji ber astengkirine gehştina alîkariyan ji bo sivîlan rexne kirin.

De Mistura li Cinêvê ligel Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov beşdariya civîna roja Înê bû, ya ku tê pêşbînîkirin ku dê fokesê li ser hewila NY ya dubare destpêkirina danûstandinên aştiyê yên Sûriyê bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500