Hêzên hevbeş ên Iraqî, bi piştgiriya hevpeymaniyê, operasiyoneke berfireh dane destpêkirin daku dergehê sînorî yê el-Welîd li ser sînorê Sûriyê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgarkirina, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Çarşemê (3'ê Tebaxê) got.
Firqeya yekem û Lîwaya Zirxî ya Çarem ên artêşa Iraqî, lîwayeke polîsên operasyonên taybet û bi sedên şervanên êlan di operasyonê de beşdar in, fermandarê polîsên enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re got.
"Operasyona serbazî, ku ji sê mîhweran ve pêk hat, bi pêkanîna êrîşên asmanî li ser asêgeh û cihên dijmin destpê kir daku yekîneyên wê yên topxaneya giran wêran bike," wî got.
Armanc rizgarkirina bajarok e, û vegerandina dergehê sînorî û derxistina DAIŞ e, wî got jî.
"Saetên destpêkê yên êrîşê mizgîniya pêşketina berçav ya hêzên me û paşvçûyîna terorîstên DAIŞ dan," wî got.