Hêzên Iraqî 15 çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di dema şerê li bakurê Remadî de kuştin, polîsên Iraqê li Enabrê roja Pêncşemê (14'ê Hezîranê) gotin.
Firqeya 7ê ya artêşa Iraqê û hêzên operasiyonên taybet, bi piştgiriya hevpeymaniyê, "ligel grûpeke terorîst li Zengura şer kirin" û 15 ji wan kuştin, fermandarê polîsên Enbarê Lîwa Hadî Kesar Erzayic ji El-Şurfa re got.
“Hêzên Iraqî hîn deverê paqij dikin û pêşketinê bidest dixin li hemberî berxwedaneke zeyîf ji aliyê girûpa terorîst ve,” wî got, anî ziman jî ku armanc "rizgarkirina deverê bi temamî ye di çend saetên bên de".