Êrîşên li ser nexweşxaneyan ji destpêka şerê Sûriyê ve bêtirî 700 bijîşk û karmendên tendirustiyê kuştine, gelek ji wan di êrîşên asmanî de, lêkolînerên NY roja Sêşemê (21ê Hezîranê) gotin.
Komîsyona NY a Lêkolînan derbarê Sûriyê herwiha binpêkirinên tirsnak ji aliyê tundrêyan ve şermezar kirin û dilgiraniya xwe nîşan da li ser wê yekê ku dibe grûpên tundrê bi sedên zarokan çekdar kiribin, AFP ragihand.
Serokê komîsyonê Pawlo Pinhêro ji Encumena Mafên Mirov a NY re got ku êrîşên asmanî yên biarmanc û berfireh li ser nexweşxane û klînîkan li Sûriyê "bûne sedema mirina sivîlan, di nav wan de karmendên tendirustiyê yên ku pêwîstî bi wan heye".
"Bêtirî 700 bijîşk û karmendên tendirustiyê di êrîşên li ser nexweşxaneyan de hatine kuştin ji destpêka krîzê ve," wî got.
Pinhêro herwiha êrîşên li ser jêrxaneyên sivîl weke bazar, dibistan û firinan şermezar kir.
"Bi her êrîşekê, rizgarbûyên ji terorê bêtir dibin armanc," wî got.
Pinhêro got ku komîsyon lêkolînan dike derbarê îdiayên ku Cebhet el-Nusra "û grûpên din ên ser bi el-Qaîde ve bi sedên zarokên di bin 15 salan de li Idlibê çekdar kirine".
Wî herwiha binpêkirinên ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatine pêkanîn şermezar kirin.
Krîza Sûriyê bi milyonên zarokan ji çûna dibistanê bêpar kirin, û çalakvan hişyariyê didin ku ev yek alîkariya kampanyayên çekdarkirinê ji aliyê tundrêyan ve dike.