Çavdêrgeha navdewletî ya çekên kîmawî lêkolînan derbarê bêtirî 20 raporên derbarê îdiayên bikaranîna çekên jehrî li Sûriyê ji Tebaxê ve dikin, di nav wan de êrîşeke li ser Helebê ku çalakvan îdia dikin ku rejîma Sûriyê li wir çekên kîmawî bikar anîne.
Di pêşketineke din a "gelekî metirsîdar" de, pisporên Rêxistina Navdewletî ya Qedexekirina Çekên Kîmawî bawer dikin dibe ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) gaza xerdel a ku li di êrîşên li Sûriye û Iraqê de hatiye bikaranîn bi xwe çêkiribe, rêveberê giştî yê Rêxistina Navdewletî ya Qedexekirina Çekên Kîmawî Ahmet Uyumcu hefteya borî got.
Roja Înê, Encumena Ewlekariyê moleta komîteya hevbeş ji şandeke taybet a NY û Rêxistina Navdewletî ya Qedexekirina Çekên Kîmawî bo salekê dirêj kir daku rê bidiyê ji bo lêkolînan derbarê êrîşên kîmawî yên ku îsal li Sûriyê hatine ragihandin bike.
Ji 1ê Tebaxê ve, îdiayên nû ji her yek ji rejîma Sûriyê û opozîsyonê derketin derbarê "bikaranîna klor û madeyên nenas li Helebê û li beşên bakurê Sûriyê" weke Idlib, Uzumcu got.
Komîteya ku ji aliyê NY ve hat avakirin, ku bi Mîkanîzma Lêkolînan a Hevbeş tê binavkirin, di lêkolîneke yeksalî de destnîşan kiribû ku hêzên rejîma Sûriyê sê êrîşên bi gaza klor li hin gundan di salên 2014 û 2015an de pêk anîne.
Komîteyê dît ku DAIŞ di Tabaxa 2016an de li pişt êrîşeke bi gaza xerdel bû li Sûriyê .
Nimûneyên gaza xerdel ji êrîşên li Sûriye û Iraqê ji aliyê laborên Rêxistina Navdewletî ya Qedexekirina Çekên Kîmawî ve li Holenda hatin analîzekirin û "encam dibêjin dibe ku ev made ji aliyê DAIŞ bi xwe ve hatibe çêkirin", Uzumcu got.
Êrîşa Helebê
Çalakvanên xwecihî ku piştî êrîşekê li ser taxa Sukkerî ya Helebê di 6ê Îlonê de ji Diyaruna re axivîn û îdia kirin ku rejîma Sûriyê çekên kîmawî bikar anîne ku texmîn kirin ku gaza klorê têde be.
Ew gaz di bermîlên bombekirî de bûn ku ji aliyê helîkopterên serbazî ve li ser taxên ku rastî êrîşên asmanî yên tund tên hatin avêtin, wan got.
Piştî êrîşê, "hejmareke mezin ji xelkê tûşî berjengên tund hatin weke ewên ku ji encama gazên jehrî çêdibin", xwebexşê nexweşxaneya meydanî Nûredîn Cemmal got.
Ev yek sorbûna çav, êşeke tûj, astengiyên henasegirtinê û qutbûna nefesê, ligel kuxikek û vereşîneke zêde lixwe digre, wî ji Diyaruna re got.
Bêtirî 100 sivîlan li devera tûşbûyî bûn, wî got, di nav de hejmareke mezin ji jin û zarokan hebû, ji ber ku "bermîl nêzîkî penageheke xweparastinê ji bombeyan ku ji aliyê xelkê taxê ve dihat bikaranîn teqiya".
Xortek û zarokek ji encama êrîşê mirin, Cemmal got, anî ziman ku kesên berketî li ser çendîn nexweşxane û navendên bijîşkî yên bajar hatin parvekirin.
Cemmal got ku hevalên wî û karmendên hawarçûnê bi "derketina bihneke tûj ji cihê teqînê hesiyan ku gelekî dişibe bihna klorê û heman bihn li ser cilên birîndaran hatibû kifşkirin".
Di daxuyaniyekê de ku piştî rojekê ji êrîşê derket, Uzumcu got ku ew rêkxistin "dilgiran e ji îdiayên vê dawiyê yên bikaranîna kîmawiyên jehrî li Helebê".
"Ev îdia bi ciddî ji aliyê rêkxistinê ve tên wergirtin," wî got. "Bikaranîna çekên kîmawî ji her herkesî, li çi cihî û di çi haletan de nayê qebûlkirin."
Şehadetên şahidhalan
"Guman gelekî zêde ne ku çekên kîmawî di bombebarankirina asmanî de hatine bikaranîn," çalakvan Cemaledîn Talib ji rûpela Facebookê ya Heleb24 re got.
Raporên xwecihî û şehadetên şahidhalan nîşan didin ku sivîl li bêtirî deverekê ber gaza klorê ketin, wî ji Diyaruna re got, taxên Sukkerî û Zebadiya di nav de bûn.
Piştrastkirina van şehadetan hewceyî taqîkirina taqîgehan e, lê belê ev yek li Helebê nemumkin e ji ber rewşa niha, wî got, anî ziman ku ti taqîgeheke ku bikaribe taqîkirinên wisa pêk bîne di dema niha de tune ye.
"Take çare ew e ku şandeyeke navdewletî û nûner ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî derbasî deverê bibe û hemû taqîkirinan li cihên bombebarankirî pêk bînin," wî got.
Her çiqas ku lêkolîneke wisa were paşxistin, wî got, bêtirî dibe ku delîl werin jêbirin, bi taybetî ku êrîşên asmanî li deverê berdewam in.
Hinek ji cebilxaneyên ku li ser Helebê tên avêtin "çekên qedexekirî ne li ser asta navdewletî, weke bombeyên guşî û bombeyên germî", Talib got.
Nûçeyên bombeyên jehrî "tirseke bêtir di nav xelkê dorpêçkirî de belav kiriye", wî got, anî ziman ku "her bermîleke bombekirî ku tê avêtin weke kujer tê hesibandin, heta ku eger dûr bikeve jî, ji ber tirsên ku dibe madeyên jehrî lixwe girtibe".
"Egera bikaranîna klorê ji aliyê rejîma Sûriyê ve di êrîşên asmanî de gelekî mezin e, tevî amadebûna çavdêrên NY û [nûnerên] Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî li Şamê", pisporê serbazî û efserê serbazî yê Misrî yê xanenişînkirî Lîwa Teleat Mûsa got.
Ev yek ji sedema hebûna madeya klor e ku gelekî li her dikaneke sivîlan tê dîtin, ne weke made û gazên jehrî yên din e weke Sarîn, wî ji Diyaruna re got.
"Mumkin e ku gelekî bi asanî klor têkilî bermîleke bombekirî be û di demeke kurt de bê kirin," wî got. "Tedbîrên mamelekirina bi klorê re gelekî asan e û parastina kesê ku klorê têkilî bermîleke bombekirî dike tenê bi hewceyî pêdiviyên sade ye ku ji mask û cihên parastinê pêk tê."
Qedexekirina çekên kîmawî
Pirsa çekên kîmawî bi taybetî dibe ku "hewlên dîtina çareseyeke siyasî ji krîza Sûriyê re asteng bike", lêkolînerê Navenda Herêmî bo Lêkolînên Stratejîk û profesorê qanûna tawanan li Zanîngeha Qahîra Wail Şerîmî got.
"Eger hat piştrastkirin ku rejîm madeyên wisa bikar anîne, dibe ku rastî cezayên navdewletî were," wî ji Diyaruna re got.
Rejîma Sûriyê soz dabû ku tevahiya embara xwe ya çekên kîmyayî di bin serperiştiya NY de jinav bibe, wî got, anî ziman ku her binpêkirinek ji vê sozê re dê li dijî mercên Rêkeftina Çekên Kîmawî ya sala 1993an be.
"Tîmên pişkinînê dê karên xwe berdewam bikin û dibe ku daxwaza çûna bilez bo devera ku tê texmînkirin rastî êrîşa bi klorê hatiye bikin," wî got.
Tevî ku klor ne madeyeke serbazî ye, Rêkeftina Çekên Kîmawî bikaranîna madeyên kîmawî weke çek qedexe dike, wî got.
Şermezarkirina bikaranîna rejîma Sûriyê ji çekên jehrî re ji aliyê Rêxistina Navdewletî ya Qedexekirina Çekên Kîmawî ve "delîlekî xuya ye ku civaka navdewletî dixwaze rejîmê ji ber karê wê ceza bike, ku digihin asta tawanên şer", Xêredîn Ebdulmutaal, pisporekî yasaya navdewletî û profesor di Zanîngeha Esiyût a Misrê de, got.
Derbarê DAIŞ, gavên ku ji aliyê Rêxistina Navdewletî ya Qedexekirina Çekên Kîmawî ve hatine avêtin dê rê xweş bikin ji bo tedbîrên yasayî li dijî wê li Dadgeha Tawanan a Navdewletî, pisporê grûpên terorê Lîwa Yehya Mihemed Elî, efserekî xanenişîn ê artêşa Misrê, got.
Endamên DAIŞ "divê cezayeke giran werbigrin ji ber komkujî û êrîşên ku pêk anîn, û hîn dikin, li dijî sivîlan", wî ji Diyaruna re got.
"Yasayên navdewletî bikaranîna madeyên kîmawî qedexe dikin ne tenê li dijî sivîlan lê di şer de jî û bikaranîna her madeyeke wisa tawaneke ku di yasayê de divê encamderê wê were cezakirin," wî got.
Divê tedbîrên parastinê ji bo bilez sivîl werin parastin bên standin, Elî got, ji ber ku şerê vegerandina Reqa li Sûriyê û Mûsil li Iraqê berdewam e û DAIŞ "dibe ku hemû alavan [li dijî sivîlan] bikar bîne ji ber ku werîsa li dora stuyê wê tê şidandin".