Nûçeyên Iraqê

Bi dehên çekdarên DAIŞê li bakurê Remadî hatin kuştin

Bi dehên çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatin kuştin di operasyoneke leşkerî de li bakurê Remadî roja Pêncşemê (16ê Hezîranê), polîsên Iraqî li parêzgeha Enbarê gotin.

"Hêzên Iraqî yên hevbeş roja Pêncşemê operasyoneke bejahî ya berfireh bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî despê kir li Elbu Rîşe, Zangora û Tawî da ku ji kunên terorîstan ên ku vê dawiyê li wir diyar bibûn paqij bikin," fermandarê polîsên Enbarê Lîwa Hadî Kesar Erzayic ji Mewtinî re got.

Şerekî dijwar derket û ji bo çend seetan berdewam kir piştî ku hêzên ewlekariya Iraqê û zilamên êlan gihiştin wan cihan ,wî got.

Çeperên DAIŞê ji aliyê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ve hatin lêdan, wî got.

"Zêdetirî 40 terorîstan hatin kuştin û dever bi temamî hatine paqijkirin," wî got, û da zanîn ku gelek ji endamên hêzên ewlekariyê jî hatin kuştin an birîndar bûn di şer de.

"Ew dever niha bi temamî parastî ne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500