Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî pêşve diçin bo bi desxistina Felûca

Fermandarê operasiyona Iraqê ya ji bo rizgarkirina Felûca ji "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞê) roja Sêşemê (7ê Hizêranê) got ku serkeftin dereng ket, ji ber ku pêşketin hêdî bûn ji encama hebûna jimareke mezin ji bombeyên çandî.

"Hêzên ewlekariyê ber bi navenda Felûca ve pêşveçûn ji aliyê başûr lê bi hayedarî, ji bo parastina jiyana sivîlan," Ferîq Ebdilwihab Al-Saedî ji AFP re got.

"Di rojên pêş de, em dê rizgarkirina Felûca raghînin," Saedî got

Fermandeya operasiyonên hevbeş mikur hat ku pêşketin lawaz bibû ji ber hebûna jimariyek zêde ji bombeyên ku hatibûn danîn ji aliyê DAIŞ ve li bajêr.

"Tunêl hene û di navbera 150 û 200 bombeyan de hatine betalkirin her 100 mitiran," daxwuyaniyê got.

"Agahiyên me ew in ku DAIŞ otomobîleke bombekirî amede kirine ku li malan veşartî ye, bi niyeta êrîşkirina me." daxwuyaniyê got.

Roja Duşemê,hêzên Iraqê bajarokê Elbu Hewa yê li başûrê bajarê Felûca bidest xist û kolana el-Hor ku başûrê Felûca bi navendê ve girêdide, berdevkê Wezareta Berevaniyê Amîd Yahya Resûl ji Mewtinî re got.

"Pêşketina Îro bo despêkirina operasiyoneke çalak ji bo derbasbûna navenda bajêr e," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500