Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî ji bo êrîşkirinê li ser Felûca amadeye

Hêzên Iraqî hemi gundên derdora Felûca azad kirin û amadekariyan ji bo êrîşkirinê li ser navenda bajar dikin, fermandarê operasiyonên Felûca Emîd Ebdulwehab el-Saedî roja Çarşemê (8ê Hezîranê) got.

"Hêzên me hemi deverên li derdora Felûca vegerandine û niha gehiştin sînorên îdarî yên bajar, bi tenê 500 metir dûrî taxa el-Colan berev bakûrê û tara el-Şuheda li başûr," el-Saedî ji Mewtinî re got.

Hêzên hevpeymaniyê niha xwe amade dikin ji bo çûna nav bajar, wî got, wî got jî ku ew dê bi hişyarî bi pêşkevin ji ber sivîlên asêkirî di nav bajar de û bombeyên bi dest çêkirî yên ji aliyê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatine çandin.

"Di çend rojên bên de, em dê rizgarkirina Felûca ragihênin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500