Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Destpêkirina darizandina derbarê êrîşa binketî ya trênê li Parîsê ya sala 2015

AFP

Di vî wêneyê de ku di 22ê Tebaxa 2015an de hatiye girtin, polîs qada tawanê di hundurê trênê de li rawestgeha sereke li Aras, li Fransa kontrol dike, piştî ku rêwî zorîya êrîşkar birin û bi ser ketine ku êrîşê pûç bikin. Dadgehkirina Eyûb Xezanî û sê hevkarên gumankirî roja Duşemê (16ê Mijdarê) li Parîsê dest pê dike. [Wêne ji Philippe Huguen / AFP hatiye girtin]

Di vî wêneyê de ku di 22ê Tebaxa 2015an de hatiye girtin, polîs qada tawanê di hundurê trênê de li rawestgeha sereke li Aras, li Fransa kontrol dike, piştî ku rêwî zorîya êrîşkar birin û bi ser ketine ku êrîşê pûç bikin. Dadgehkirina Eyûb Xezanî û sê hevkarên gumankirî roja Duşemê (16ê Mijdarê) li Parîsê dest pê dike. [Wêne ji Philippe Huguen / AFP hatiye girtin]

Dadgehkirina endamekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku bi êrîşeke terorîstî ya binketî li ser trêneke Parîsê di 2015 de tê tawanbarkirin Duşemê (16ê Mijdarê) li Fransa dest pê kir.

Êyûb Xezanî piştî ku di 21ê Tebaxa 2015an de ji tuwaleta trêna bilez a Thalys Amsterdam-Parîs bi awayekî ku gelek çek li ber bûn derket, ji hêla rêwîyan ve hatibû girtin.

Kesê 31-salî, ku di Gulana 2015an de li Sûrîyayê tevlî DAIŞê bû, bi "hewldana kuştina terorîstî" tê tawanbar kirin û dê ligel sê kesên din ku bi alîkarîkirna wî tên tawanbarkirin li dadgeha taybet a dijî-terorê were dadgehkirin.

Di nav rêwîyan de du leşkerên Amerîkî yên li ser kar nebûn hebûn.

Li gorî parêzer Thibault de Montbrial, nûnerê leşkerên bi navê Spencer Stone û Alek Skarlatos, "270 guleyên cebilxaneyê li ser wî bûn, ku têra kuştina 300 kesan dikir. "

Wan du kesan, bi alîkarîya hevalekî xwe ku wan pê re sefer dikir, Xezanî di vagoneke trênê de - ku bi qasî 150 rêwî tê de bûn - girtin û derdestkirin.

Montbrial da zanîn ku bê guman muwekîlên wî pêşî li "êrîşeke girseyî" girtibûn.

Xezanî înkar nake ku bi armanca bi cih anîna êrîşekê siwarê trênê bûye, lê îdîa dike ku ji wî hatiye xwestin ku tenê Amerîkîyan bike armanc.

Parêzera wî Sarah Mauger-Poliak dibêje ku Xezanî mirovekî ye ku guherîye ku doktrîna tundrew red kirîye û ji kirinên xwe poşman bûye.

Cihgirtin di êrîşine din

Êrîşa ku pêşî lê hate girtin di heman salê de qewimî ku êrîşa li ser Bataclan di 13a Mijdarê de pêk hat, ku 130 kesan jîyana xwe ji dest dan.

Kesê Belçîkî yê bi navê Ebdulhemîd Ebaûd tê bawer kirin ku yek ji pîlangerên sereke yên li pişt her du êrîşên Thalys û 13ê Mijdarê be.

Ebaûd di Mijdara 2015an de, piştî ku wî gule berdan ser kafeyekê, ji hêla polîsan ve li taxeka Parîsê hat kuştin.

Dadgeha Thalys di demekê de pêk tê ku li Fransayê hişyarîya ewlehîyê zêde bûye piştî sê êrîşên kujer ku di mehekê de pêk hatine û tundrew pê tên gunehbarkirin.

Lea Dordilly, parêzera Bîlal Çatra ku yek ji wan kesan e ku tê tawanbarkirin, û di dema êrîşa trênê ya pêşî lê hatibû girtin de 19 salî bû, got ku "Divê em aram û baldar bimînin bê guhdan bi karesatên ku vê dawîyê qewimîne."

Tê got ku ew li Turkîyayê ji hêla Ebaûd ve hatiye tecnîdkirin, û tê gumankirin ku ew ji Xezanî re pêşeng bûye daku bi koçberî ji Sûrîyayê derbasî Ewropa bibe.

Rûniştina dozê biryar e ku heya 17ê Kanûna Yekem berdewam be.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500