Nûçeyên Iraqê
Analîz

Raport: Rûberin berfireh li bakur û rojavayê Sûrîyayê bi salan bêniştecih mane

AFP

Wêneyeke ji hor ve ku di 6ê Sibatê de hatiye kişandin dûmana ji tekerên şewitandî ji alîyê Sûrîyan ve, weke hewldanekê da astengîyan ji êrîşên asmanî re çêkin di şerê navbera rejîm û çekdarên opozîsyonê de li bajarokê Binişê yê parêzgeha Idlibê, nîşan dide. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Wêneyeke ji hor ve ku di 6ê Sibatê de hatiye kişandin dûmana ji tekerên şewitandî ji alîyê Sûrîyan ve, weke hewldanekê da astengîyan ji êrîşên asmanî re çêkin di şerê navbera rejîm û çekdarên opozîsyonê de li bajarokê Binişê yê parêzgeha Idlibê, nîşan dide. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Şerê li bakur û rojavayê Sûrîyayê hişt ku beşine mezin ji herêmê ne niştecîbar be ji sivîlên aniha dorpêçkirî di devereke ku bi awayekî berdewam kêm dibe cihê ku şert û merc lê dijwar in, li gorî raporteke ku roja Çarşemê (4ê Adarê) hat belavkirin.

Programê Nîşanê yê Destpêşxerîya Mirovî ya Harvardê wêneyeke peykî ji bajarok û kampên parêzgeha Idlibê re analîz kiriye, ku rejîma Sûrî êrîşeke wêranker ji Kanûna Duyem ve pêk tîne.

"Li deverên pişkinînkirî, lêkolîner texmîn dikin ku dora sêyekekê ji avahîyan heta asteke mezin ziyan gihiştiye wan an jî bi temamî hatine wêrankirin," Daxuyanîyeke ku bi raportê re hat belavkirin got, raporta ku Harvardê bi hevkarî ligel Save the Children û World Vision amade kiriye.

"Bi reva piranîya niştecihên van deveran di dema êrîşan de û berî wan jî, wêrankirina malan û binesazîyên sivîl dê bihêle ku ne gangaz be ku malbat vegerin malên xwe di pêşeroja nêz de," daxuyanîyê got.

Wêneyeke ji jor ve konên ku Sûrîyên ji şerên berdewam li parêzgeha Idlibê reviyane dihewînin nîşan dide, ew bi herîya ji ber baranên xurt çêbûye dorpêçkirî ne, li kampeke bêwarîyê li nêzî Sermedayê li nîzîkî sînorê bi Turkîyayê re di 29ê Kanûna Duyem de. [Arif Temewî/AFP]

Wêneyeke ji jor ve konên ku Sûrîyên ji şerên berdewam li parêzgeha Idlibê reviyane dihewînin nîşan dide, ew bi herîya ji ber baranên xurt çêbûye dorpêçkirî ne, li kampeke bêwarîyê li nêzî Sermedayê li nîzîkî sînorê bi Turkîyayê re di 29ê Kanûna Duyem de. [Arif Temewî/AFP]

Wêneya asmanî ya ku di raportê de hatiye analîzkirin zevîyên çandinîyê yên mişt kampên bêwaran bûne di nava çend mehan de, herwiha gund û bajarokên bi erdê ve rastkirî nîşan dide.

Rejîm û hêzên hevalbend, bi piştgirîya êrîşên asmanî yên Rûsî, erdine girîng vegerandine ji Kanûna Duyem ve, êrîşên ku bêwarbûneke bi kom encam dan, tiştê ku di şerê neh salî de hîn nehatiye dîtin.

Bombebarankirina berdewam ji fêrgeh û nexweşxaneyan re zor li sivîlan kir ku ji bajarokekî piştî bajarokî birevin û berê xwe bidin sînorê Turkîyayê. Dora sê milyon kes ku di rewşeke pir dijwar de dijîn li wê devera dorpêçkirî ne, ya ku hêdî hêdî rûbera wê kêm dibe.

''Binesazîya sivîl a armanckirî''

"Disînaryoyê herî baş ji vê rewşê re, yê ku agirbesteke yekser e, dê bi mehan eger ne salan dirêj bike heta ku binesazîya sivîl a wêrankirî careke din were avakirin û di pişt re bawerî li cem van komegehan were çêkin ku vegerin warê xwe," peyvdarê Save the Children Joelle Bassoul got.

Raporteke ku Duşemê ji alîyê Komîteya Peygerînê ya girêdayî Encumena Mafên Mirov ya NY ya derbarê Sûrîyayê hat weşandin pêşinyar kir ku rejîmê bi qesd binesazîya sivîl armanc kir bo tirsandina niştecîyan û hêsankirina vegerandina serdestîya serbazî.

"Êrîşên ku ji alîyê hêzan [ên alîgirê rejîmê ] ve hatin bicihanîn binesazîyên sivîl armanc kirin, di nav de pêgehên parastî," Komîteya NY got.

"Di encamê de, deverên sivîl bûne neniştecîbar," wê anî ziman, weke mînak bajarokên sereke yên parêzgeha Idlibê, Maeret Numan û Xan Şêxûn.

Komîteya NY got ku rastkirina hin bajaran bi erdê ve hat bicihanîn "weke hewldaneke eşkere bo bilezkirina operesyona desteserkirina rêyên stratejî".

Bêtir ji nîvê dora milyonek kesên ku di van sê mehên dawî de bêwar bûne zarok in, bi dehên hezaran ji wan li çolê di sermaya dijwar de dirazin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500