Bi dehan kes li kenîseyekê Sêşemê (12ê Mijdarê) kom bûn bo merasîmên bixaksipartina keşeyekî Ermenî yê Kasolîk û bavê wî yên ku li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bakurê-rojhilatê Sûrîyayê hatin kuştin.
Jin û zilamên ku cilên reş li xwe kiribûn û zarok kom bûn bo pîrozkirina jîyanên Cosêf Hena Brahîm û bavê wî li bajarê Qamişloyê, yê ku piranîya nifûsa wî Kurd in.
Zanayên olê serkêşîya nimêjkeran kirin di nimêjên bi Ermenî û Aramî de berî ku ew tev xwe bi rêz bikin bo xatirxwestina wan bibêjin, di tabûtên ku bi gul û mûmên vêxistî hatibûn xemilandin.
Brahîm û bavê wî Duşemê bi guleyên tifingan li ser rêya ku diçe parêzgeha Dêra Zorê hatin kuştin, ku ew diçûn bo çavdêrîya projeya nûavakirina kenîseyekê bikin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.
Rewangehê dîyar kir ku kuştina wan di heman rojê de hat ku sê teqîn li bazarekê û li nêzî dibistanekê li Qamişlo rû dan û şeş sivîl di wan de hatin kuştin.
Komela Francn L'Oeuvre d'Orient, a ku navenda wê li Fransayê ye û piştgirîya hindikahîyên Xiristyan li herêmê dike, got ku Brahîm kar li ser "projeyên nûavakirinê" û herwiha alîkarîkirina bêwaran li rojhilatê Sûrîyayê dikir.
Wê kuştina wî, tev bavê wî, mîna "êrîşeke terorîst" ragihand û herwiha her sê teqînên ku li Qamişlo qewimîn şermezar kirin, û got ku ew li "nêzî kenîseyan" qewimîn.
Dora milyonek Xiristyan li Sûrîyayê dijîn, di nav de li bajarê Qamişlo, yê li jêr kontrola hêzên Kurdî û herwiha hêzine alîgir ji rejîma Sûrîyayê re.
Şervanên Kurd bi piştevanîya Amerîkayê pêşengîya şerê li dijî DAIŞê li Sûrîyayê kirin, û rêxistin ji xaka dawî ku li jêr kontrola wê de bû di Adarê de der xistin.
Lê hîn jî rêxistin êrîşan angaşt dike li bakur-rojhilatê û rojhilatê Sûrîyayê.