Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Werzişvanên Îraqî yên astender navdarîyeke cîhanî bi dest dixin

Ala Husên li Bexdayê

Necla Îmad, yarîzaneke tênisa mêzê ya 14 salî ye, ji Baqûbayê ye, wê destê xwe yê rastê û herdu pêyên xwe di êrîşekê de wenda kirinn, ew aniha endameke di tîma niştîmanî ya tênisa mêzê ya astenderan de. [Wêne ji Desteya Werzişvanên Astender a Îraqî hatiye wergirtin]

Necla Îmad, yarîzaneke tênisa mêzê ya 14 salî ye, ji Baqûbayê ye, wê destê xwe yê rastê û herdu pêyên xwe di êrîşekê de wenda kirinn, ew aniha endameke di tîma niştîmanî ya tênisa mêzê ya astenderan de. [Wêne ji Desteya Werzişvanên Astender a Îraqî hatiye wergirtin]

Hinek werzişvanên Îraqî yên ku li ser destê komên tundrew astender bûne serketin di werzişvanîyê de pêk anîn bi rêya beşdarîkirina di qehremanîyên werzişvanî yên astenderan de.

Hinek ji wan bûn qehremanên niştîmanî, û nûnertîya Îraqê di gelek yarîyên navdewletî de dikin.

Yek ji wan Necla Îmad, yarîzana tênisa mêzê ya 14-salî ya ji Baqûbayê ye, li parêzgeha Diyalayê.

Dema ku Necla sê salî bûn, bombeyeke bi otombîla bavê wê de teqîya, û wê destê xwe yê rastê û herdu pêyên xwe ji dest dan.

Wêneyê werzeşvanê laşciwanî yê astender ê Îraqî Sair Elî hatiye girtin dema ku ew tev rahînerê xwe Tamir Xanim rahînanê dike, di 25ê Tebaxa 2018an de. [Zaid Obêdî/AFP]

Wêneyê werzeşvanê laşciwanî yê astender ê Îraqî Sair Elî hatiye girtin dema ku ew tev rahînerê xwe Tamir Xanim rahînanê dike, di 25ê Tebaxa 2018an de. [Zaid Obêdî/AFP]

Tê payîn ku komên tundrew li pişt bûyerê bin, li gorî raportên medyaya navxweyî.

Necla ji Diyaruna re ragihand ku tevî birînên wê, wê gelek caran serketin bi dest anîne di çarçoveya tîma niştîmanî ya tênisa mêzê ya astenderan a li jêr temenê 16-salî de.

Wê di 10 salî de dest bi vê werzişê kiriye, û di demeke kurt de wê karî bibe qehremana tênisa mêzê ya astenderan li ser asta Îraqê.

Necla di hejmarek ji qehremanîyên navdewletî û herêmî yên werzişî de beşdarî kiriye, di nav de qehremanîyên Îmarat, Polansa û Taylandê.

Di Hezîranê de, wê çaremîn mîdalîya xwe ya zîv û çar mîdalîya xwe ya bronz wergirt di qehremanîyeke werzişvanî ya taybet bi astenderan de li Misrê.

Nencla ji Diyaruna re got ku wê biryar daye ku serketinên xwe berdewam bike û "navê Îraqê di qehremanîyên navdewletî de bilind bike".

Qehremanekî ji Mûsilê

Redwan Haşim, ku ji Mûsilê ye, navdartirîn qehremanê bezvanîyê yê ku destê xwe yê çepê ji dest da di teqîna bombeyeke bidestçêkirî de, yek ji werzişvanên astender ên herî navdar e li ser asta parêzgeha Nînewayê.

Wî ji Diyaruna re teqez kir ku wî biryar daye ku nehêle birînên wî wî ji jîyanê bi dûr bikin, û ew dixwaze ku navdarîyekê bi dest bixe, tevî astenderîya wî.

Haşim nûnertîya Îraqê di qehremanîyên navdewletî de kiriye, û wî pileya sêyem di pêşbazîya 400-meter de di Qehremanîya Rojavayê Asyayê de bi dest xistiye sala 2017.

Wî herwiha serketinên mezin li ser asta niştîmanî pêk anîne, di nav de pileya yeke di pêşbazîyên 200-meter û 400-meter de di Qehremanîya Yaneyên Îraqî de bo Meydan û Rê.

Haşim got ku ew "serfiraz bû" dema ku wî pileya sêyem di Qehremanîya Rojavayê Asyayê de bi dest xist û ala Îraqê bilind kir û herwiha sirûda niştîmanî got.

Piştgirîkirina werzişvanan

Serokê Desteya Niştîmanî ya Astenderan Eqîl Hemîd ji Diyaruna got ku desteya wî pişta xwe bi qehremanên mîna Necla Îmad û yên din girê dide bo bidestxistina encamên baş di Olompîkên Astenderan ên Havîna 2020an de.

Werzişvanê pevçûnê yê li ser kursîyê gerok ê Îraqî Emar Elî yek ji wan werzişvanan e ku tê payîn ku ew di vê boneyê de pêşbazîyê bike, ya ku dê werzişvanên ji 178 dewletan li Tokyo, li Japanê bicivîne di heyama di navbera 25ê Tebaxê heta bi 6ê Îlonê de.

Elî, ku bi xwe dartaş e, dest bi werzişa pevçûna li ser kursîyê gerok kir piştî ku ew di teqîna bombeyekê de li Bexdayî birîndar bû, û wî beşdarî di Yarîyên Olompî yên Astenderan de li Londonê kir, û wî pişt re qehremanîya cîhanî li Eger li Hengaryayê bi dest xist.

Hemîd teqez kir ku desteya Îraqî hewl dide ku piştgirîya van werzişvanan bike di Olompîkên Astenderan ên Havîna 2020an û qehremanîyên din de.

"Deste hewl dide ku dest û pêyên destkird ji werzişvanên astender ên tîma niştîmanî peyda bike bi rêya damezrandina kargehên sazkirina dest û pêyan," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500