Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq hewl dide ku kontrola xwe li ser biyabana Enbarê vegerîne

Xalid Taî

Artêşa Îraqî û hêzên êlan agir diberdin komgeheke DAIŞê li biyabana Enbarê di 25ê Îlona 2015an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî û hêzên êlan agir diberdin komgeheke DAIŞê li biyabana Enbarê di 25ê Îlona 2015an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wezareta Berevanîyê taktîkên xwe dest pê kirine bo qayimkirina kontrola xwe li ser deverên biyabanî yên Enbarê, ku zincîrek ji operasyonên serbazî yên vê dawîyê hatin pêkanîn karînên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) têk birin.

Bi salan, biyabana rojavayî ya berfireh, ku dora sêyeka rûbera Îraqê pêk tîne, penageha tudrewan bû, yên ku dikarîn demeke dirêj li dûrî çavan bin bi saya kendûkozên wê yên sext.

Di heftîyên borî de, hêzên Îraqî yên ku di pêngavaVîna Serkeftinê ya li dar de cih digirinbi ser ketin di pêkanîna operasyona herî mezin a ramaliştinê de li rojavayê biyabanê, û xesarên mezin gihandin paşmahîyên DAIŞê.

Pêngav armancên xwe bi dest dixe, li gorî ku peyvdarê wezaretê Tesîn Xefacî ji Diyaruna re ragihand, ew jî bi tevlîbûna hêzên ku "dikarin lêgerînan encam bidin û rûberên berfireh ji biyabanê ewle bikin".

Efserên Îraqî cih di pêngaveke ewlehî de digirin bo paqijkirina biyabana Enbarê ji paşmahîyên DAIŞê, bi alîkarîya şênîyên deverê, di 9ê Kanûna Duyem a 2018an de. [Wêne ji Hêzên Zêrevanîya Sîbor a Îraqî hatiye wergirtin]

Efserên Îraqî cih di pêngaveke ewlehî de digirin bo paqijkirina biyabana Enbarê ji paşmahîyên DAIŞê, bi alîkarîya şênîyên deverê, di 9ê Kanûna Duyem a 2018an de. [Wêne ji Hêzên Zêrevanîya Sîbor a Îraqî hatiye wergirtin]

"Erkên me li vir bi dawî nayên," wî got, û balkişand ku gelekê karên ku divê werin encamdayîn mane.

Databêsa agahîyên ewlehî

"Em aniha kar dikin bo pêşxistina taktîkên xwe bo qayimkirina kontrola xwe li ser ewlehîya biyabanê û bersivkirina hewlên nû yên dijmin, çi yên revê û çi yên pêkanîna çalakîyên terorî," wî got.

Di çarçoveya van rêkaran de, me databêzeke amade kiriye ku agahîyên ewlehî yên hûrgilî dihundirîne", agahîyên ku di pêngava Vîna Serketinê de hatine bidestxistin.

Wî got ku databêz agahîyên ku kuştin û girtina çendîn lîder û endamên DAIŞê û cihên veşartgehên wan dihundirîne, û aniha tên analîzkirin bo sûdwergirtin ji wan di operasyonên werin de.

Wî got ku kampanyaya Vîna Serkeftinê bi awayekî bilez di pêkanîna armancên xwe de bi ser ket bi saya agahî û alîkarîya ku şênîyan dabîn kir.

Wî got ku têkilîya baş bi xelkê re pir girîng e bo bidestxistina agahîyên hewalgirî yên pir bi dîqet li dor tevgerên paşmahîyên DAIŞê.

Wî got ku bi van agahîyan di dest de, "misyonên çavdêrîkirinê û lêgerînê teknolojîyên koleçanê yên herî nûjen bi kar tînin bo naskriina cihên terorîstan ên li biyabanê, şopandina pêwendîyên ean û derbasbûna nav rêzên wan".

Xefacî got ku hêzên Îraqî hewl didin ku "hejmara operasyonên asmanî yên li dijî xalên dîyarkirî zêde bikin û erkên xwedan bandor pêk bînin".

Wî got ku ev ev operasyon êdî encamên xwe bi dest dixin, û da zanîn ku serketinên destpêkî ji destdanîna li ser sîstemeke pêşketî ya mûşekên arastebar ên li dijî navgînên zirxî ligel avêjgehekê û çekên ku di maleke vehewanê de hatin dîtin, li Wadî Horanê, pêk tê.

Wî got ku cih roja 20ê Îlonê ji hêla yekîneyeke Lîwayê 38ê yê Firqeya 8ê ya Artêşê hatibû dîtin.

Êdî penagehên ewleh tune ne

Deverên biyabanî yên Enbarê berê "penagehên ewle" bû ji DAIŞê re, serokê êlên Enbarê, Qeterî Semermed Obêdî ji Diyaruna re ragihand.

"Berî destpêkirina pêngava Vîna Serkeftinê, terorîstan hewl dida ku dîsan xwe bi rêxistin bikin û çalakîyên xwe ji deverên biyabanî berdewam bikin, bi taybetî li Wadî Horanê," wî got. "Lê van operasyona pişta wan şikand û planên wan vala derxistin."

"Piranîya gelî û deverên biyabanî -- ku yên herî xuyayî ev in: Horan, Qezif, Samil, Debaa, Rojavayê Kubêsayê -- di operasyona ramaliştinê de bûn," wî got, û da zanîn ku bi dehan tunêl û penagehên DAIŞê di êrîşên asmanî de hatin wêrankirin.

"Derbasbûna qonaxeke nû ji xebatên ewlehî bend e bi misogerkirina kontrola li ser biyabanê," Obêdî got.

Wî got ku ev yek dê bi rêya "pêşxistin û berdewamkirina operasyonên hewalgirî, parêzî û koleçanê were pêkanîn".

Hêzên Îraqî xebatên mezin didin pêş bo ewlekirina deverên biyabanî, serokê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Enbarê, Neîm Kiûd ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqez kir ku hêzên ewlekarî "bi saya piştgirîya hewalgirî bi ser ketin di pêkanîna êrîşên asmanî yên bi dîqet de li dijî veşartgehên terorîstan".

Wî got ku operasyon "xebatên lêgerînê yên berfireh" dihundirandin, piştî xebatên girtina erdê û bicihkirina xalên ewlehî û avakirina pêgehên asê.

Wî daxuyand ku teknîkên pêşketî hatine bikaranîn bo bidestxistin û piştrastkirina agahîyan, û bo birina êrîşên asmanî liser armancên dijmin.

Kiûd got ku bo baştirkirina rewşa ewlehî, xebat berdewam in bo bicihkirina 7,000 endamên polîsê Enbarê,yên ku ji karên xwe hatibûn bidûrkirin dema ku DAIŞê di sala 2014an de dest danî ser parêzgehê, û dê bi lez ev xebat bên bicihanîn.

Wî got ku vegera van efseran bo çalakîyê û erkdarîyê "dê bar li ser hêzên heyî sivik bike û karîna me ya parastina ewlehîyê li biyabanê zêdetir bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500