Xebatkarên hewarçûnê di warê mirovî de li bakurê Sûrîyayê Sêşemê (19ê Tebaxê) li nêzî dergehê sînorî yê Bab el-Hewayê li gundewarê bakurî yê Idlibê civiyan da ku Roja Mirovî ya Cîhanî bi xwepêşandanekê pîroz bikin.
Bêhtirî 150 çalakgerên hewarçûnê û xebatkarên alîkarîyêciviyan û bang kirin ku xebatkarên mirovî werin parastin di çaxê operasyonên serbazî de , çalakgerê xwecihî Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.
Wan doz kir ku qerebûkirinê bidine wan xebatkarên birîndar bûne û bidine malbatên xebatkarên di warê mirovî yên hatin kuştin dema wan erkê xwe bi cih dianî û herwiha daxwaz kirin ku çarenûsa bi dehan çalakgerên ku hatine nebedîkirin were naskirin.
Idlibî got ku Wan rahişte gelek lafîteyên nav û wêneyên xebatkarên hewarçûnê yên hatine kuştin ligel lafîteyên bang dikin ku çalakgerên mirovî rastî xeterîyê neyên û parastinê ji wan re dabîn bikin.
Protestoya derbirîna piştgirîyê bi xebatkarên di warê mirovî bûyereke salane ye, bûyera ku di Roja Mirovî ya Cîhanî de ji alîyê NY ve hatiye îlankirin, endamê Hevgirtina Sûrî bo Rêxistinên Nehikûmî Nûredîn Cemal, ê ku li Heleb û Idlibê bi awayekî xwebexş kar dike, got.
"Hejmara rêxistinên mirovî yên li bakurê Sûrîyayê kar dikin gelekî kêm bûye," wî ji Diyaruna re got û no kir ku "kêmtirî 22 rêxistinan aniha li jêr sîstema SNA kar dikin".
Cemal got ku kesên di Roja Mirovî ya Cihanî de beşdar bûn behsa doza wan çalakgerên hatine nebedîkirin -- ew çalakgerên ji hêla alîyên şer dikin hatine revandin li bêhtr ji deverekê li jêr behaneyên cuda.
Wî got ku xebatkar alîkarîyê di warê mirovî de bi awayekî dîrekt rastî xeterîyê tên bi awayekî rojane, ji ber ew ji alîyê balefirên şer yên rejîm û Rûsî ve tên armanc kirin.
Hejmareke mezin ji wan di êrîşên asmanî de hatin kuştin û birîndarkirin, rewşa herî dawî di êrîşên ku deverên gundewarê başûrê Idlibê armac kir.
''Devera herî kujêner ji xebatkarên alîkarîyê re''
Ev sala sêyem e li pey hev, Sûrîya maye devera herî herî xwîner ku xebatkarên alîkarîyê lê kar dikin, li gorî şirovekirineke ku ji alîyê CARE ya Navdewletî ve hatiye çêkirin.
Ji nav 57 xebatkarên hewarçûnê ên ku jîyana xwe ji dest dan li seranserî cîhanê ji destpêka vê salê ve, 18 ji wan di şerê Sûrîyayê de hatin kuştin, CARE got.
"Dema ku xelk li Idlibê bi awayekî tam xwe spartine alîkarîyên ku ji civakên an re hatine şandin, topavêja giran û bombebarandin ji dawîya Nîsanê ve xisareke nayê qebûlkirin ji xebatkarên di warê mirovî de û niştecîyên xwecihî de encam da," Nirvana Shawky, Birêvebera Mirovî ya CARE li Rojhilata Navîn û li Bakurê Afrîqyayê, got.
"Divê hemû alîyên şer berpirsyarîyên xwe bi cih bînin bin li gorî Qanûna Mirovî ya Navdewletî bo parastina hemû sivîlan, di nav wan de xebatkarên alîkarîyê û misoger bikin ku ew dê karibin alîkarîyê bi awayekî jîndar ji xelkên hewcedar re pêşkêş bikin," wê got.