Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rejîma Sûrî û hevalbendên xwe derbasî Xan Şêxûnê dibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Malbatek ber bi hundirê parêzgeha Idlibê ve direve ji ber bombebarakirin êrîşên asmanî û şerê berdewam li başûrê gundewarê Idlibê direve. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Malbatek ber bi hundirê parêzgeha Idlibê ve direve ji ber bombebarakirin êrîşên asmanî û şerê berdewam li başûrê gundewarê Idlibê direve. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Hêzên rejîma Sûrî û milîsên hevalbendên wê yekem car derbasî bajarokê Xan Şêxûnê yê parêzgeha Idlibê bûn roja Yekşemê (18ê Tebaxê) ji çaxê ku ji jêr kontrola wan derketibû di sala 2014an de, di şerekî de ku bi dehan çekdar ji herdu alîyan mirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku hêzên rejîma Sûrî derbasî bajarok bûn di nav "şerên dijwar" de bi Tehrîr el-Şam û hevalbendên wê re.

Hêzên alîgirê rejîmê bi pêş ve diçûn di van her çend rojên dawî de weke hewldanekê da ku Xan Şêxûnê ji bakur û rojava ve dorpêç bikin û dest deynin ser şarêya sereke ya ku Şamê bi Helebê ve girêdide, ya ku rejîmê di Kanûna Duwem a 2016an de vegerand.

Roja Duşemê êrîşên asmanî yên Sûrî û Rûsî hewl dan ku astengîyê ji pêşketina karwana serbazî ya Tirkî ya di parêzgeha Idlibê re ber Xan Şêxûnê ve çêke.

Xûzeyên Sipî li qurbanî û birîndaran digerin di avahîyeke ku bi balefirên şer hat wêrankirin li başûrê gundewarê Idlibê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Xûzeyên Sipî li qurbanî û birîndaran digerin di avahîyeke ku bi balefirên şer hat wêrankirin li başûrê gundewarê Idlibê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Mûşekeke ku ji balefirên şer hat avêtin li ser gundewarê başûrê Idlibê teqiya. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Mûşekeke ku ji balefirên şer hat avêtin li ser gundewarê başûrê Idlibê teqiya. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Qaşo Herêma Idlibê dê ji êrîşa mezin a ji alîyê rejîmê were parastin li gorî rêkeftina zona bêçek a ku di meha Îlonê de hat îmzekirin di nav Rûsya alîgira rejîmê û Tirkya piştgira opozîsyonê.

Lê bi temamî nehat bicihanîn, ji ber ku Tehrîr el-Şam red kir ku ji zona bêçek a hatiye plankirin vekişe.

Roja Yekşemê hêzên rejîma Sûrî gundê Tel el-Nar -- girekî stratejîk e ku dike ser bajar de -- û erdên çandinîyê yên nêzîk li bakur û rojhilatê Xan Şêxûnê vegerandin berî berî ku bi temamî dest deyne ser bajarok, serokê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got.

Wî got ku di pişt re ew ber bi navçeyên bakur û rojhilatê bajarok ve bi pêş ketin di nav "berxewwadana dijwar" ji alîyê Tehrîr el-Şam û komên hevalbendên wê.

Ebdil Rehman anî ziman ku Tehrîr el-Şam gelek teqînên kujer bi cih anîn da ku astengîyê ji pêşketina hêzên rejîmê re çêke.

Berî ku hêzên rejîma Sûrî derbasî Xan Şêxûnê bibin, rûsipîyên bajar civîneke giştî çêkirin da ku rewşê giftûgo bikin, di pişt re wan îlan kir ku ew red dikin ku rejîma Sûrî derbas bibe, çalakê Idlibê Siseb Esaf ji Diyaruna re argihand.

Esaf got ku wan got ku şerê aniha berdewam e ne tenê li dijî hêzên rejîma Sûrî ye, lê ew herwiha li dijî milîsên hevalbend ên ji deverên din e, di nav wan de milîsên Îarqî û Libnanî, yên Feyleqa pasvana ya Şoreşa Îslamî ya Îranê (Feyleqa Pasdaran) ew anîn.

Pêlên bêwarîyê yên mezin

Esaf got ku di heman demê de, xelk ji gundewarê başûrê Idlibê û derdora parêzgeha Hemayê reviyan ber bi deverên hundirê parêzgeha Idlibê û deverên sînorî ve, ên ku heta naiha dûrî şer û êrîşên asmanî ne.

Wî got ku kampên nefermî ji alîyê sivîlên ku reviyane hatine avakirin, ji ber ku dever ji berê ve mişt kesên bêwar e yên ku ji hemû deveran di mehên çûyî de reviyane wir.

Aniha teqrîben Xan Şêxûn ji niştecîyan vala bûye, ya ku bû pena ji teqrîben 100,000 kes re berî ku ev şerê serbazî yê aniha zêde bibe, piranîya wan ji parêzgeha Hemayê bêwar bûn.

"Gelek ji van xelkan heta bi pênc caran jî bêar bûn," peyvdarê herêmî yê NY ji bo krîza Sûrî, David Swanson, roja Şemîyê got.

"Şerên berdewam, bombebarandin û êrîşên asmanî, di nav wan de bikaranîna bermîlên teqîner bi ewyekî dijwar berdewam in" û wan ziyan gihandiye nexweşxane û fêrgehan, wî anî ziman.

Esaf got ku êrîşên asmanî berdewam in û gundewarê başûrê Idlibê bi awayekî rojane bombe baran dikin, bi taybet li devera Meret Numanê, herwiha Meret Hurma, Kefer Sicna, Telmines, Rekaya, Letamnê, Hiş û Dêr el-Şerqî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500