https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/07/03/feature-01

×
×
Aborî |

Îraqî pesnê lîsteya reş a Amerîkayê ya têkildarî kompanîyên girêdayî Pasdaran didin

Faris Omran

image

Endamên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) di kombûnekê de tê dîtin di dîroka 1ê Mijdara 2017an de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Welatî û pispor dibînin ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) rastî gurzeke azardar tên piştî biryara Amerîkayê ya danîna çendîn pêgeh û kesayetên ser bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ve li ser lîsteya reş.

Roja 12ê Hezîranê, Xezîneya AmerîkayêÇavkanîyên samanên Başûr ya li Îraqê danî ser lîsteya xwe ya reş, û got ku kompanî jêdereke çekan a girîng û enîyeke aborî ya Pasdaran e.

Xezîneyê got ku kompanî, Komapanîya Menabie Serwet el-Cenûb bo Bazirganîya Giştî ji alîyê Pasdaran ve dihat bikaranîn bo qaçaxîkirina "bi qasî bi sedên milyonên dolararan" çek bo alîgirên Pasdaran li Îraqê.

Kompanîyê alîkarî daye herikîna bi milyonên dolaran bo Îraqê "bo pêkanîna çalakîyên aborî di berjewendîya" Pasdaran û milîsên Îraqî yên ku ew piştgirî dike.

Kompanî û du Îraqîyên ku lê dixebitîn -- Meki Kazim Ebid Hemîd Esedî û Muhemed Huseyn Salih Hesanî -- li ser lîsteya Wezareta Derve ya Amerîkayê ya sebaret bi "Terorîstên Cîhanî yên Taybet" hatine danîn.

"Ez piştgirîya her biryarekê dikim ku bide ser pişta kompanîyên ku Pasdaran û milîsên wê fînans dikin û dawîyekê ji çalakîyên wan re deyne," şênîyekî Bexdayê ku nexwest navê wî were eşkerekirin wiha got.

"Ev kompanî mîna tankera sûtemenîyê ya rejîmê ne [rejîma Îranî] û girîng e ku ew were valakirin bo welatê me û cîhan xweşîyê ji seqamgîrîyê bibînin," wî ji Diyaruna re got.

"Rejîma Îranî xêra gelê Îraqê naxwaze," Hac Ebû Mihemed, ku xelkê Besrayê ye, ji Diyaruna re ragihand.

"Em piştgirîya her biryarekê bo rêgirtin li berjewendîyên Îranî li Îraqê dikin, biryara herî dawî jî danîna Menabie Serwet el-Cenûb li ser lîsteya reş bû," wî got.

''Belge têkildarî rola Îranê''

Hetikandina Menabie Serwet el-Cenûb "delîlekî bêguman li dor rola Îranî di wêrankirina Îraqê de eşkere dike", lêkolînerê di warê siyasî de, Ebdul Qadir Nayil got.

"Rejîma Îranîçeteyên xwe di forma milîsên Îraqî de bi kar tîne bo pereyan ji çalakîyên gumanbar û operasyonên qirêj qezenc bikeli ser hesabê aborîya Îraqê û bi rêya dizîna samanên wê," wî ji Diyaruna re wiha şirove kir.

Wî got ku Îran samanên darayî yên Îraqê bo xizmeta berjewendîyên xwe û fînanskirina komên xwe yên çekdar bi kar tîne bo berfirehkirina bandora xwe li nav Îraqê û li derve.

Nayil bang bo zêdekirina xebatan bo armanckirina hemû berjewendîyên Îranî li Îraqê kir, û bal kişand ser hebûna "kompanî, bank û kargehan, ku hinek ji wan ji alîyê birîkarên raz ve tên birêvebirin, yên ku xwedan girêdanên bihêz in bi rejîma Îranê re û pereyan jê re û ji komên wê yên terorîst re kom dikin".

"Bi dirêjahîya dehsalekê Îran gelek kompanî û kargehên ku mohletên bazirganî li Îraqê wergirtine bo derbasî aborî û bazara Îraqî bibe ava dike ," analîzerê stratejî Mueyid Cuheyşî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev kompanî di sektorên bankdarî, bazirganî û darayî dixebitin bo fînanskirina Îranê û ew alîkarîyê didin sivikkirina fişara aborî ya sizayên li ser Tehranê.

"Beşên girîng ji dahata van kompanîyan bo milîsên Îraqî û herwiha bo milîsa Hizbulaha Lubnanî û Hûsîyan tên terxankirin," wî got.

Rêgirtin li ber awatên Îranê

Biryara Xezîneya Amerîkayê ya danîna Menabie Serwet el-Cenûb li ser lîsteya reş paş biryareke din a ku di meha Adarê de hat standin hat bo ferzkirina sizayan li ser toreke ji 25 kes û kompanîyan -- di nav de komek ji kompanîyên pêş perdê -- li Îran, Turkîya, Îmarat, ku wan alîkarî dida xebatên qezenckirina bi milyarên dolaran bo fînanskirina operasyonên Pasdaran û xwevedizîna ji sizayên Amerîkayê.

Di Adarê de, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê herwiha milîsa Hereket el- Nuceba ya ser bi Îranê ve û serokê wê Ekrem Kaebî siza kirin.

Tê hêvîkirin ku dê ciza "rêgirîyeke mezin be li ber awatên Îranî û dê peyayên wê lawaz bike", analîstê stratejî û serbazî Rebîe Cawerî ji Diyaruna re ragihand.

"Tehran beşdar e di avakirina torên ku weke kenalên zêdekirina qezenckirina pereyan ji çendîn çavkanîyan di hewlekê de bo xwevedizîn ji sizayan û fînanskirina bandordarîya Pasdaran û komên alîgirên wê," wî got.

Wî got ku aniha ew kenal rastî "gurzên azardar" tên.

"Divê hikûmeta Îraqî kontrola xwe [ya ewlehî] tund bike û rê li ber Îranîyan bigire ku xezîneyên xwe ji pereyên Îraqî dewlemend bike," Cawerî got.

Tu vê mijarê diecibînî?
32
Na
2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan
Captcha

Ez matmayî me. Me payedarî, hegemonî û kelgermîya Amerîka, Rojava û Îsraîlê ji ber çav ra kiriye, û em Musilman, bi tenê li çewtîyên xwe digerin? Me êrîşî piranîya hêzên çekdar ên li ser lîsteya reş a Amerîkayê kir. Ma gelo tiştek xerabtir ji êrîşên sêksî yên artêşa Amerîkayê li djî zilaman li zindana Ebû Xirêb heye, artêşa ku zêdetir ji 3 milyon Îraqî kuştin? Wê ev yek kir piştî 12 salan ji pişkinînên qurs ên ku dibistan jî dane ber xwe bi behaneya çekên wêrankirina giştî. Lê, tu çek nehatin dîtin. Naxwe çima şer û mobelîzekirin heye? Şiyar bin, Arebino, û destên xwe bidin hev. Em hemû biran e û em hemû di xendeqa Muhemed [ê Pêxember de ne]; divê em nebin dardestên tu alîyî.

BERSIV BIDE

Te baş kir! Lêbelê, Amerîka ji van tevgeran ji destpêkê ve agahdar e. Çima divê bêdeng bimîne eger ew rast bin?

BERSIV BIDE