Nûçeyên Iraqê
Civak

Berevanîya Sivîl a Îraqî malbatên asêmayî di lehîyên Mûsilê de ewle dike

Xalid Taî

Endamên Berevanîya Sivîl ava baranê ji taxekê derdixin li Mûsilê paş baranbarîneke giran roja Yekşemê ku bû sedema rabûna lehîyan. [Wêne ji rûpela facebookê ya Çavê Mûsilê hatiye wergirtin]

Endamên Berevanîya Sivîl ava baranê ji taxekê derdixin li Mûsilê paş baranbarîneke giran roja Yekşemê ku bû sedema rabûna lehîyan. [Wêne ji rûpela facebookê ya Çavê Mûsilê hatiye wergirtin]

Birêveberîya Berevanîya Sivîl a Îraqî dora 80 malbat li bajarê Mûsilê rizgar kirin paş ku baranbarînê malên wan li ber lehîyê birin, birêveberîyê Duşemê (3yê Kanûna Yekem) got.

Desthilatdarîyên Îraqî Yekşemê rewşa tengavîyê ragihand paş rabûna lehîyan û baranbarîna gelek ya li parêzgeha Nûnewayê rû da.

"Berî heftîyekê, me raportek ji beşê metreology wergirt ku wê tê de texmîn dikir ku baranbarîneke mezin li çend parêzgehên Îraqî biqewime, ku dê bi giranî parêzgeha Nînewayê û bajarê Mûsilê bide ber xwe," eqîd Husam Xelîl Abid, birêveberê Berevanîya Sivîl li parêzgeha Nînewayê wiha ragihand.

"Me tîmên xwe bi hemû wesayît û alavên elwekirinê xistin rewşa amadebaşîyê de bo ew rûbirûyî her rewşeke awarte bibin û alîkarîya pêwîst pêşkêş bikin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Tîmeke Berevanîya Sivîl a Îraqî malbatekê li Mûsilê xilas dike, paş ku xanîyê wan li bin lehîyê ma, lehîyên Yekşemê (2yê Kanûna Yekem). [Wêne ji Birêveberîya Sivîl ya Îraqî hatiye wergirtin]

Tîmeke Berevanîya Sivîl a Îraqî malbatekê li Mûsilê xilas dike, paş ku xanîyê wan li bin lehîyê ma, lehîyên Yekşemê (2yê Kanûna Yekem). [Wêne ji Birêveberîya Sivîl ya Îraqî hatiye wergirtin]

Baranê hişt lehî li gelek taxên Mûsilê rabe, di nav de Teyeran, Cewseq, Dewasa û Tewafa li başê rojavayî yê bajêr, û li taxên Şurta, Raşidîya, Tamîm û Malîyayê li başê rojhilatî yê bajêr.

Abid got ku lehî li van taxan dora nîv metrê rabû ji ber ku ew ji deverên din ên bajêr nizimtir in.

"Birêveberîyê planeke awarte darişt ku li gorî wê hêzên Berevanîya Sivîl bo 16 tîman hatin dabeşkirin, her tîmek bi serkêşîya efserekî," wî got.

Wî got ku hemû tîm bi wesayit û pêwîstîyên vegustinê û dayîna guhlêdana bijîşkî hatin dabînkirin.

Wî got ku Berevanîya Sivîl 80 malbatên ku di xanîyên xwe de asê mabûn derxistin û ew veguhestin cihên ewle.

Abid got ku heta aniha tu haletên mirin an jî birîndarbûn ji ber lehîyên Mûsilê nehatine tomarkirin.

Di destpêka Yekşemê de, mîdyaya navxweyî got ku çer kes di lehîyên Mûsilê de mirine.

"Tu paşmahîyên teqemenîyên DAIŞê nemane"

Abid daxuyand ku Berevanîya Sivîl aniha bi hevahengî ligel beşên xizmetguzarîyan ên şaredarîyê dixebite bo derxistina avê ji taxan, û ew xebat "pir baş" dewam dike.

Wî got ku ew nîgeran e ku dê lehî paşmahîyên bombe û teqemenîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bin zemînê derxin ser rûyê erdê û dê wan li ber xwe biherikînin.

"Em xelkê dilniîya dikin ku berevanîya sivîl û tîmên endazyarî yên Firqeya 20ê ya artêşa Îraqê hemû paşmahîyên teqemenîyên terorîstan paqij kirine û lêkolîn pêk anîne bo piştrastbûn ku nevçe ji tiştên xeternak û xerîb pak in," wî daxuyand.

Abid teqez kir ku eger heye pêleke nû ya baranbarînê vê heftîyê rû bide li gorî meterologîyê, û wiha dewam kir "xebatkarên me di amadebaşîyê de ne û plana awarte didome".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê wan biparêze! Berevanîya Sivîl kesî paşguh nakin. Xwedê bi wan re be!

BERSIV BIDE