Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Konên bêwaran li bakurê Sûrîyayê li ber lehîya barana gelek çûn

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ava lehîyê li kampekê li gundewarê rojhilatî yê parêzgeha Hema bûye gol paş baranbarîna gelek a vê dawîyê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ava lehîyê li kampekê li gundewarê rojhilatî yê parêzgeha Hema bûye gol paş baranbarîna gelek a vê dawîyê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çalakvanekî herêmî got ku baranên gelek li bakurê Sûrîyayê azar û derdên bêwarên li gundewarên Idlibê û hemayê kambaxtir kirin, û bi sedan malbat ji ber lehîyan bê penageh mane.

Bahoza herî dawî ya ku li deverê xist baraneke gelek bi xwe re anî ku bû sedema lehîyên ku kampên bêwaran dane ber xwe û konên wan ji qurm rakirin, çalakgerekî bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku zemîn ji berê vetê av bû ji ber baranbarînên berê, û vê yekê hişt ku lehîyên mezin rabin, û wan hertişt da ber xwe, bi taybetî kampên nefermî yên ku li zevîyên çandinîyê hatine avakirin.

Wî got ku piranîya kampên li parêzgeha Idlibê û li rojhilatê parêzgeha Hemayê bi giranî ziyan gihiştiye wan, nemaze Serha, Dêr Hesen, Lestum Wehdekum, Cewaid û Xuraba.

Zarokek di nav ava lehîya de ya ku kampeke bêwaran li bakurê Sûrîyayê daye ber xwe dimeşe. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Zarokek di nav ava lehîya de ya ku kampeke bêwaran li bakurê Sûrîyayê daye ber xwe dimeşe. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Wî da zanîn ku gelek şênî revîyan, û hineke din li kampan asêmayî mane ji ber şapên baranê, û rêyên diçin kampan hatine girtin.

Wî daxuyand ku rêxistinên mirovî di vê qeyranê de ne amade bûn, ji ber Tehrîr el-Şam, hevbendîya tundrew ya ku herêmê kontrol dike.

Idlibî got ku rewş bi hewcedarî destêwerdaneke berfireh û li ser asteke bilind bû bo rêgirtin li ber kambaxbûyîna rewşê, bi taybetî ku şapa baranê ava destavgehan li ber xwe dibe, û wiha dever qirêj dibe.

Wî got ku vê yekê metirsîya belavbûyîna nexweşîyê li kampan zêde kir.

"Alavên ku kamp ji wan hatibûn sazkirin û kon û tiştên navmal li ber lehîya baranê çûn, û wiha sivîl bê piştgirî man," wî got.

"Ev alîkarî ya insyatîvên kesane ya hinek şênî û çalakgerên serbixwe ye, yên ku hewl didin ku bi her awayî alîkarîyê bikin," wî got.

Wî da zanîn ku ev alîkarî ji vekirina rêyên diçin bo kampan û veguhestina hinek bêwaran bo deverên hinekî zuhatir pêk tê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500