Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ li gundewarê dikeve ser tixûbê Idlibê û Hemayê berfereh dibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li gundewarê bakurê Hemayê bi cih dibe, cihê ku DAIŞ û hevrika xwe Tehrîr el-Şam bi hev re şer dikirin, li gel şerê wan bi rêjîma Sûrî re jî. [Wêne ji Mutez Imran hatiye wergirtin]

Çekdarekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li gundewarê bakurê Hemayê bi cih dibe, cihê ku DAIŞ û hevrika xwe Tehrîr el-Şam bi hev re şer dikirin, li gel şerê wan bi rêjîma Sûrî re jî. [Wêne ji Mutez Imran hatiye wergirtin]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hebûna xwe li devera dikeve li ser tixûbê Idlib û Hemayê li rojavayê Sûrîyê berfereh kiriye, cihê ku careke din ew kete çend gundên berê li jêr kontrola wê bûn.

Vekişîna nişkî ya hevrika DAIŞ Tehrîr el-Şam ji gelek çeper û bajarokan li ber roniya êrîşa rêjîma Sûrî rê li ber rêxistinê xweş kir ku hebûna xwe berfereh bike, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Berbanga roja Çarşemê (10ê Kanûna Duyem), DAIŞ karîbû ber bi devera di navbera parêzgeha Idlib û Hemayê de bi pêş ve biçe, û çend gundan bike jêr kontrola xwe.

Di nav wan gundan de, Tleyhan, Museytba, Sakrî, Um Sehrîc li bakurê gundewarê Hemayê û çaşûrê gundewarê Idlibê, çalakvan Mutez Imran ji parêzgeha Hemayê ji bajarokê Helfayayê ji Diyaruna re got.

Ev deverên ku careke din DAIŞ destên xwe danîn ser wan li jêr kontrola Tehrîr el-Şam bûn, hevbendîyeke hevrik e li jêr serwerîya Enîya Nusrayê ya berê ye.

Ew çeperine şer ên serbazî ên girîng bûn, Imran got, lê vekişîna hevbendîyê ji wan bi awayekî tam, hişt ku DAIŞ karibe careke din derbasî deverê bibe.

Piştî bipêşveçûna nû, "DAIŞ aniha kontrola bêtir ji 50 gund û bajarokan li gundewarên parêzgehên Idlib û Hemayê dike", Imran got.

Nitecîyên vê deverê reviyan cihin bi rêjeyî ewle ne li Idlibê, cihê ew hatin dorpêçkirin di navbera agirê DAIŞ û yê rêjîma Sûrî de, yê ew jî herwiha li derdora deverê balavbûyî ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

DAIŞ nema dikare ti tiştî bike. Ew bidawî bûn!

BERSIV BIDE