Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bi sedên malbatan vedigerin rojavayê Enbarê

Seyf Ehmed li Enbarê

Xelkê Hît çemê Firatê derbas dikin daku vegerin malên xwe piştî ku hêzên Iraqî navçeya wan ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" rizgar kirin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Xelkê Hît çemê Firatê derbas dikin daku vegerin malên xwe piştî ku hêzên Iraqî navçeya wan ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" rizgar kirin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Bi sedên malbatên aware niha vegeriyane malên xwe li rojavayê Enbarê piştî ku paşmayiyên teqîner ên şer hatin paqijkirin û xizmetguzarî hatin vegerandin.

"Şerên derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji deverên rojavayî berdewam in ,"serokê encumena parêzgeha Enbarê Ehmed Hemîd Elwanî got.

Tenê sê navçe -- Qaim, Rawa û Anah -- di bin kontrola girûpê de mane, wî got.

Malbat vedigerin Hît, Girava Hît, Bexdadî û Rutba, ku hatine ewlekirin û ku piraniya karan û xizmetguzariyan li ser xwe ne û berdewam in.

Hikûmet û komîteyên ewlekarî vegera xelkê asan dikin piştî piştrastbûn ji nasnameyên vegeriyayên mêr, el-Elwanî got.

Bi dirêjahiya çend mehên borî de, ajansên sektorên giştî gihîna xizmetguzariyên weke av, sîstema kenalîzasyonê û avêtina bermahiyên şer vegerandin.

"Karên girêdayî wan pirsan her yek ji bikarkirina jeneratorên taybet, vekitina rêyên sereke û yên beralî, rakirina zibl û hemû nîşanên DAIŞ, weke nivîsên ser dîwar û sloganên terorîstî, boyaxkirina dîwaran û rakirina pankartên ku DAIŞ daleqandibûn lixwe digre." wî got.

Hejmara malbatên ku vedigerin rojavayê Enbarê tê guhertin li gorî deverê, endamê encumena parêzgehê Hemîd Duleymî ji Diyaruna re got.

Li Girava Hît, 450 malbat vegeriyane, wî got, hevdem 140 malbat vegeriyane Bexdadî, 400 bo Hît, 183 bo Rutba, 397 bo GiravaBexdadî û 77 malba bo Cuba li Hît.

Xizmetguzarî vedigerin

Jiyan li bajarokên Firata Jorîn êdî vegeriyaye rewşa asayî, Duleymî got.

Hikûmeta xwecihî bêtirî 33 otombîlên avêtina zibl pêşkêş kirine, ku li deverên rizgarkirî ji rojavayê Enbarê belav kirine, wî got, û bêtirî 20 navendên çareseriya bijîşkî li van deveran vekirine.

Ji bilî wê yekê, wî got, komîteyên gerok xizmetên bijîşkî yên nav-malê pêşkêşî nexweşan dikin li deverên rizgarkirî.

Ev dever gelekî rastî zererê hatine ji encama dagîrkariya DAIŞ a sê-salî, ku vê yekê zerer gihand "her karî, dibistan û nîşanên navdar",Duleymî got.

Pir, mizgeft û bingehên enerjiyê jî rastî zerereke mezin hatine, wî got jî.

Piraniya xelkê aware yên navçeya Hît vegeriyane û piraniya jêrxaneyên giştî hatine çakirin, di nav de dibistan, serokê encumena xwecihî ya Hît Mihemed Muhened Hîtî got.

Xizmetên din ên ku niha kar dikin bingeha avê, xizmetên kenalîzasyonê, bingehên polîsên xwecihî û bingehên trafîkê, wî got.

Hît bi hewceyî piştgiriyeke hikûmî ya mezin e bi awayê qerebûkirineke darayî ji bo xelkê ku malên wan wêran bûn ligel nûkirina pirên li ser Firatê," Hît got.

Ev yek dê tevgera navbera deverên rizgarkirî li Hît û deverên din li rojavayê Enbarê asan bike, wî got.

Xelk vedigerin

Xelkê ku vegeriyane malên xwe hêdî tayên jiyana xwe zeft dikin.

"Weke xewnekê bû ku pêk hat ku bikaribin vegerin mal û deverên xwe," şêniyê Rutba Ehmed Şehwan Xerîrî, 38 salî, ji Diyaruna re got.

"Em gelek kêfxweş bun ku vegeriyan malên xwe yên ewle û piştî sê salan ji awarebûnê bi kesûkarên xwe re civiyan," wî got.

Xelkê Rutba herwiha bi dîtina artêşê, polîs û çekdarên êlan kêfxweş bûbûn û wan "silav li me kirin û xwarin û av dane me dema em vegeriyan deverên xwe", wî got jî.

Xelkê Enbar dê nehêlin DAIŞ vegere, wî got, ji ber ku girûpê "deverên me wêran kirin û nîşanên bajarên me herifandin".

Jiyan ji vegeriyiyan re zehmet e, ji ber ku malên xelkê ji aliyê DAIŞ hatin wêrankirin, erdê çandiniyê yê deverê bi hewceyî çakirinê ne û peydakirina karan û çavkaniyeke dahatê ya berdewam zehmet e.

"Em bi hewceyî qerebûkirineke zêdetir in ji hikûmeta Iraqî ligel guhdanê ji berpirsên li Enbarê," Xerîrî got.

"Dema ku em bo bêtirî sê salan aware bûn hemû çavkaniyên me yên darayî zuha bûn, vê yekê em bêpere hiştin," şêniya Girava Bexdadî Wefa Hemûd Şimerî, ya 30 salî, got.

"Me nikarîbû tiştekî serekî bikrin dema em vegeriyan deverên xwe yên rizgarkirî, û em bi hewceyî vegerandina tora niştîmanî ne û ku ava bêtir were şandin," wê got.

"Em kêfxweş in ku devera me hat rizgarkirin," wê got. "Lê kêfxweşî, ewlekarî û aramî bi hewceyî tiştine din in, weke peydakirina derfetên kar ji xortên bêkar re, ligel vekirina rêyên zêdetir li her devereke rizgarkirî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500