Nûçeyên Iraqê

Di êrîşeke bi otombîleke bombrêjkirî de 11 sivîl li bakurê Sûrîyayê tên kuştin

Teqîneke bi otombîleke bombrêjkirî li nêzî nexweşxaneyeke li bajarokekî li jêr kontrola hêzên opozîsyona Sûrîyayê yên ku Turkîya piştevanîya wan dike 11 sivîl Yekşemê (15ê Îlonê) kuştin, AFP ragihand.

Teqîn li bajarokê Raî li nêzî sînorê bi Turkîyayê re rû da, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Tu alî heta aniha xwe berpirs ji teqîna li nêzî derbasgeha bajarok dîyar nekiriye,ev jî duyem teqîna xwînî ye ku ji Hezîranê de li deverê diqewime.

Endamekî hêzên ewlehîyê yên ser bi opozîsyonê ve, bi navê Osama Ebul Xêr, ji AFP re ragihand ku otombîleke berifgir xwe li pêş navendeke tendirustîyê hat teqandin.

Cîgirê serokê encumena bajarok, Ala Hemed, got ku tê payîn otombîl ji dûr ve hatiye teqandin.

Wî got ku demansazek û du zarokên wî di nava kuştîyan de bûn, û da zanîn ku malên li derdorê bi temamî kavil bûn.

Artêşa Turkî û hêzên opozîsyona Sûrîyayê operasyoneke serbazî li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û herwiha şervanên Kurd li bakurê Sûrîyayê di sala 2016an de pêk anîn, û dest danîn ser Raî û bajarokê Ezazê.

Serbaz û hêzên hewalgirî yên Turkî li nêzî deverê cih digirin, û Turkîya piştevanîya çekdarên opozîsyona Sûrîyayê yên weke efserên polîsê dixebitin dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500