Nûçeyên Iraqê

Kenîseya Kildanî ya Îraqî milîsên Xiristyanî yên çekdar red dike

Kenîseya Kildanî ya Îraqî êvara Çarşemê (24ê Tîrmehê) ragihand ku ew milîsên Xiristiyan ên çekdar red dike û dupat kir ku divê çek di destê hikuemtê de bin.

Di daxuyanîyeke Patriyarkê Kildanî Louis Raphael I Sako de, kenîseyê got ku ew biryarnameya 1ê Tîrmehê ya ji alîyê serokwezîr Adil Ebdul Mehdî ve derketiye erê dike, biryarnameya ku ferman dike divê hemû komên çekdar tevlî artêşa Îraqî bibin.

Daxuyanîyê dîyar kir ku "em dixwazin teqez bikin ku Kenîseya Kildanî vê fermanê qebûl dike û wê weke gaveke rast dibîne ji ber ku dê bihêle çek tenê di destê dewlet û sazîyên wê de bin," û da zanîn jî ku ev yek têgihiştina Îraqîyan a ku ew şûnasîyeke netewî par ve dikin baş dike.

Daxuyanîyê got ku "bi qasî em nîgeran in, em bi fermî hebûna komeke Xiristîyanî an milîseke çekdar red dikin."

Li gorî daxuyanîyê, "tevî wilo, em ciwanên xwe han didin ku tevlî ajansên ewlehîyê yên fermî di çarçoveya artêşa Îraqî û Polîsê Federal de bibin," û da zanîn jî ku ji Xiristîyanên li herêma Kurdistanê ji wan tê xwestin ku tevlî hêzên Pêşmerege bibin.

Komên çekdar ên li jêr navê Xiristîyanîtîyê tev digerin "ne li gorî gîyanê eqîda Xiristîyanîtî ne, ya ku banga hezkirin, lêborîn û aştîyê dike," daxuyanîyê wiha anî ziman.

Wê destnîşan kir ku "ev yek hehelwest e ligel gelek pêgehên siyasî û ligel peyama me weke Xiristîyanên Îraqî ku piştevaînya mercên pêwîst bo misogekirina hevahengî û wekhevîyê bikin".

Daxuyanîyê got ku kenîse bang bo "bihêzkirina stûnên dewleteke xurt dike; dewleteke qanûn, welatîbûn û wekhevîyê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500