Kampeke penaberan a li nêzî Felûcayê roja Duşemê (11ê Sibatê) hat girtin piştî ku malbatên mayî dest jê berdan û vegerîyan malên xwe yên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin, cîgirê parêzgarê Enbarê Casim Esal ji Diyaruna re got.
Esal anî ziman ku kampa Bezîbiz a penaberan bi temamî hat girtin piştî veguhestina 127 malbatên dawîn bo malên wan li rojavayê Enabrê ku deverên niştecihî ji paşmahîyên şer hatin paqijkirin û xizmetguzarîyên sereke hatin çaksazkirin."
Wî got ku girtina kampê nîşaneke baş e, da zanîn jî ku girtina hemû kampên mayî li parêzgehê û seranserî Îraqê "dê hemû şopên neyînî yên DAIŞê rake."
Esal dîyar kir ku xebat berdewam in, bi hevkarîya artêş û polîsê bo parastina deverên rizgarkirî, rakirina paşmahîyên şer û vegerandina xizmeguzarîyan.