Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûrîyayê dibêje ku şervanên Kurd di Minbicê vekişiyan

Rejîma Sûrîyayê Çarşemê (2yê Kanûna Duyem) ragihand ku bi sedan şervanên Kurd ji bajarê Minbicê, yê li nêzî sînorê bi Turkîyayê re, vekişiyan, li gorî AFP.

"Karwaneke yekîneyên şervanên Kurd ku ji zêdetir ji 30 siwarîyan pêk dihat ji navçeya Minbicê derket, û berê xwe da berava rojhilatî ya Çemê Feratê," Wezareta Berevanîyê ragihand.

"Agahî (yên di destê me de) dibêjin ku dora 400 şervanên Kurd ji Minbicê vekişiyane heta niha," wezaretê daxuyand.

Wezareta Berevanîyê ya Sûrî vîdyoyek weşand ku karwaneke dirêj a siwarîyê 4x4 û pêkapên sipî yên şervanên bi cilên leşkerî û yên ku ala Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bilind dikin nîşan dide.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku ew şervanên duh ji Minbicê vekişiyane ne şervanên YPG ne lê belê ew şervanên hêzên din ên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500