Nûçeyên Iraqê

Îraq Pira Felûcayê nû dike

Îraqê nûkirina Pira Felûcayê ya li ser Çemê Feratê qedand, piştî ew hat wêrakirin bi destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyonên rizgarkirinê de, encumena xwecihî ya Felûcayê îroj Duşemê (25ê Hezîranê) ragihand.

"Tîmên endazyar û teknîkaran [ên Îraqî], bi piştevanîya Programa Geşkirinê ya NY [bi dayînekê], nûkirina Pira Felûcayê qedand," peyvdarê encumenê Selam Helbûsî di konferanseke rojnamevanî de ragihand.

Wî got ku nûkirina pirê beşeke ji pilaneke dariştî ji alîyê hikûmeta xwecihî ve ye bi hevawazîya ligel rêxistinên mirovî bo nûavakirina Felûcayê û baştirkirina rewşa jêrxaneya ku di operasyonên terorîstan de ziyan gihaştiye wan.

"Pir dê bi awayekî fermî di rojên tên de ji nû ve were vekirin," wî got, da zanîn jî ku karên nûkirinê dereng man ji ber DAIŞê dergehên pirê ji erdê ve bi teqemenîyan bombrêj kiribûn.

Wî got ku hikûmeta Îraqî kompanîyeke biyanî anî bo rakirina teqemenîyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500