Bi sedan çekdarên opozîsyona Sûrîyayê navçeyek li başûrê Şamê terikanidin roja Pêncşemê (10ê Gulanê), û wiha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dimîne yekane rêxistina çekdar a ne bi serrejîmê ve ku hebûna wê li navçeyê heye, AFP ragihand.
Pazdeh basan çekdar û malbatên wan hildigirtin ji bajarokên Yelda, Babila û Bêt Sehem li başûrê Şamê derketin, û berê xwe da bakurê Sûrîyayê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.
Rewangehê got ku bi giştî 8,400 kes ji hersê bajarokan hatin derxistin ji dema gihiştina bi tifaqekê li dor vekişînên gotûbêjkirî berî heftîyekê.
"Bo cara yekem ji 2011an ve, tu çekdarên opozîsyonê li nava Şamê û derdora wê tune ne ji bilî DAIŞê," serokê rewangehê, Ramî Ebdil Rehman got.
DAIŞ hîn molgehinan li nava kampa penaberên Felestînî ya Yermûkê û navçeya Hecer Eswedê a li tenîşta wê, kontrol dike. Ew herdu jî li nava Şamê ne.
Hêzên rejîmê bi dijwarî êrîşan li dijî rêxistinê pêk tînin û pêkanîna êrîşên asmanî li deverê roja Pêncşemê domandin.