Nûçeyên Iraqê

Bi hezaran kes ji Dûmayê derdikevin û operasyonên derxistinê bi dawî dibin

Bi hezaran çekdarên opozîsyonê û xizmên wan ji bajarokê Dûmayê yê Sûrî yê ku li jêr kontrola wan bû derketin û operasyonên derxistinê yên dawî ji Xûtaya Rojhilatî îro (13ê Nîsanê) berdewam bûn, AFP ragihand.

Çekdarên Ceyş el-Îslam şeva borî tev bi hezarên sivîlan di 85 basan de derketin, basên ew birin deverinan li bakurê Sûrîyayê yên ku hîn li jêr kontrola komên opozîsyonê ne.

Derxistin beşek in ji lihevkirineke di rêya hevalbenda rêjîma Sûrî, Rûsîya, re pêk hatiye, daku kontrola rêjîmê li ser Xûtaya Rojhilatî, dikeve derveyî Şamê, vegerîne.

"Piştî nîvê şevê, 85 basên ku radihijtin 4,000 kesan ji Xûtaya Rojhilatî derketin, siwarî jî çekdar û sivîl bûn," Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Di van her çar rojên borî de, piranîya çekdarên Ceyş el-Îslam di çar pêlên pey hev re ji Dûmayê derketin," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got.

Kom ya dawî bû li deverê ku li dijî derxistina ku Rûsyayê pêşniyar dikir bû, lê êrîşa kîmawî ya angaştî ji alîyê rêjîmê roja 7ê Nîsanê dixuye ku vîna komê şikand.

Rêjîmê bi berdwamî ev êrîş medele kir û şandeke pisporan ji Rêxistina Navdewletî bo Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) gihişt Şamê daku lêkolînê bike.

Pêşbînî heye ku ew roja Şemîyê dest bi karê xwe bikin.

"Divê operasyona derxistinê bi dawî bibe berî pisporên OPCW derbasî Dûmayê bibin," Ebdil Rehman got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500