Polîs li Ebû Xirêbê dest danî ser êlekekî teqîner û sê kes bi gumanên terorê girtin di operasyonekê de li gundê Zewbayê, li rojavayê Ebû Xirêbê, polîs roja Çarşemê (17ê Kanûna Duyem) eşkere kir.
"Hêzên ewlekariyê pêngaveke bi hûrayî dan destpêkirin ku armanca wê ewlekirina tixûbên Ebû Xirêbê bi Felûcayê re bû," eqîd Husên Mihemed Wadî ji Diyaruna re ragihand.
"Di operasyonê de, wan dest danî ser êlekekî teqîner, hawen û rokêteke Katyûşayê," wî got. "Wan herwiha sê kesên tên xwestin girtin ku beriya salekê daxwaznameyên girtinê di derheqê wan de hatibûn derxistin."
Wî got ku yek ji kesên girtî destê wî di êrîşkirina li ser lorî û karwanên hêzên Îraqî de li ser rêyeke navdewletî li rojavayê Bexdayê hebû.